Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Tenduristiya Bokanê ragihand, organên laşê ciwanekî ku mêjiyê wî ji kar ketibû, bi rizaya malbata wî ji çend kesan re hatin bexşandin.
Birêvebirê Tenduristiya Bokanê Elî Huseyîn Zade ragihand:
"Organên laşê Elî Pûr Ebasê 30 salî yê xelkê Bokanê ku felca mêjî lê dabû, bi rizaya malbata wî ji çend nexweşan re hatin bexşandin ku pêdiviya wan bi çandina gurçik, dil û kezebê hebû."
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Elî Pûr Ebas 17ê Çiriya Paşîn a 2025an di qezayeke trafîkê de felca mêjî lê dabû.
Ew kesên ku felca mêjî li wan didin, beşek ji organên laşê wan ên wekî dil, hestî, pişik, kezeb, rûvî, gurçik û pankreas dikarin ji bo kesên din ên ku pêdiviya wan pê heye werin bexşandin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê niha 25 hezar nexweş di dora wergirtina organên bexşeran de ne.
Li gorî amarên Îranê, salane tenê 800 kes organên laşê xwe dibexşin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse