BOKAN - Kesê ku destdirêjî li keça 6 salî kiribû hat îdamkirin

12-07-2025
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Bokan Niyan Çelbî Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, kesê ku destdirêjî li keçikeke 6 salî kiribû û bibû sedema mirina wê, li qadeke ku gel lê kom bûbû hat darvekirin.

Di çarçoveya bûyerê de, bavê zarokê jî di nav de li 3 kesan 15 sal ceza hat birîn

Desthilata Dadweriyê ya Parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku cezayê îdamê yê kesê bi navê A.H. ku kiryarê sereke yê bûyera hovane ya ku tê de keça bi navê Niyan Çelbî ya 6 salî jiyana xwe ji dest da bû, îro serê sibê li Bokanê hat cîbicîkirin.

Serokê Desthilata Dadweriyê ya Urmiyeyê Nasêr Etebatî li ser mijarê got:

"Ew sûcdarê ku bi tawana xwe hestê welatiyan birîndar kir, îro cezayê wî li ber çavê xelkê hate bicîkirin."

Hovîtî li nexweşxaneyê derket holê

Rêzeçîroka vê bûyera hovane, şeva 16ê Kanûna Paşîn a 2025an dema ku bavê Niyanê û jineke din ew bir nexweşxaneyê derket holê.

Dema ku bijîşkan li ser laşê keça biçûk şopên destdirêjiyê, şkence û şewatê dîtin, yekser agahiya hêzên ewlehiyê pê xist.

Bavê Niyanê li nexweşxaneyê hat desteserkirin

Zaroka biçûk jî ku bi giranî birîndar bû, ji bo nexweşxaneyeke li Urmiyê hat veguhestin lê li gel hemû hewldanan, roja din jiyana xwe ji dest da.

Destdirêjkar nasê malbatê derket

Di encama lêpirsînê de hat tespîtkirin ku kesê destdirêjî li Niyanê kiriye, xortekî 19 salî ye û ji Seqizê ye û her tim diçû mala malbatê.

Destdirêkarê ku hat desteserkirin di lêpirsîna xwe de li sûcê xwe mukir hat û îdia kir ku wî ev kar di bin bandora madeyên hişber de kiriye.

Bav û endamên din ên malbatê jî sûcdar hatin dîtin

Di pêvajoya darizandinê de, hovîtiya bûyerê hê zelaltir bû.

Hat tespîtkirin ku bavê Niyanê, dayika destdirêkar û xwişka wî jî hevparên sûc in.

Ev her sê bersûc bi tawana "alîkariya sûc" her yek bi 15 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin.

Dayika Niyanê, Ferzane Rehmanî ku beriya bûyerê ji mêrê xwe cuda bûbû, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re, îhmalkarî û hevkariya bav a di sûc de raxist ber çavan.

Dayik Rehmanîiyê got, "Mêrê min ê berê, bi dayik û keçekê re di pêwendiyeke ne rewa de bû.

Kurê wê jinê salekê destdirêjî li keça min kiribû û bavê wê jî ev rewş dizanî.

Gotibû, 'Ne pirsgirêk e, dema bibe 9 salî ez dê wê bi wî re bizewicînim'. Her çar kesan bi hev re şkence li keça min kiriye."

Mirina trajîk a Niyanê, li seranserê welat bibû sedema nerazîbûneke mezin û raya giştî ji bo ku sûcdar bi cezayê herî giran bên cezakirin xwepêşandan li dar xistibûn.

Piştî vê zexta raya giştî, her çar bersûc bi tawanên "destdirêjî û kuştina bi qestî" hatin darizandin û mehkûmkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst