Amûd (Rûdaw) - 3 ciwanên Kurd li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan semînerek saz kirin. Ciwanan di semînera xwe de daxwaza nêzîkbûn û yekrêziya aliyên Kurdî kirin.
Bi organîzekirina sê xortên Amûdê bi navê Mîlad Deqorî, Îdrîs Hecî Qasim û Alav Osman li Navenda Kemal Derwîş a Rewşebîrî li Amûdê gelek xort û keçên kurd hatin ba hev û ji bo hewldanên yekrêziya aliyên Kurdî ketin danûstandinan.
Di vê çarçoveyê de semînarek sazkirin û gelek pêşinyar hatin pêşkêşkirin û gotûbêjkirin û herwiha çend pirs jî hatin kirin.
Yek jî endamê desteya organîzekirina komxebatê Idrîs Hac Qasim wiha got: “Ev civînên me dê ne tenê 2-3 mehan berdewam be, heta yekrêziya Kurdî b pêk neyê em dê li ser xebatên xwe berdewam bin.”
Beşdariya bi navê Ihlam Hesen jî got: “Em wek keç û xortên Amûdê keyfxweş in li karekî wiha rabûne. Ez bi hêvî me ku xebatên me dê serbikevin. Miletê Kurd giş dibêjin em dixwazin yekrêziya xwe pêk bînin, kî naxwaze Kurd bibin yek em nizanin kî ne.
Yek jî endamê desteya organîzekirina komxebatê Mîlad Deqorî jî diyar kirk u ew dixwazin dengê xwe bigihêjin tevahiya civaka Kurdî û wiha pê de çû: “Niha em wek keç û xortên Kurd yek in, em naxwazin dijbereyên siyasî me dûrî hev bixin.”
Beşdariya bi navê Axîn Şêxmûs da zanîn ku piraniya beşdariyan ji keç û xortên Amûdê bûn got: “Bi me ev civîn gelek baş bû. Ez di wê baweriyê de me em dê serbikevin.”
Beşdariyê bi navê Ebûd Hisên jî wiha axifî: “Yekrêziya Kurdan gelek girîng e. Ev kesên em beşdarî komxebatê bûne ji hemû tevgeran bû. Eger em li gorî vê seminerê herin bi rastî em dê yekitiya Kurdan xort bikin.
Endama desteya organîzekirina komxebatê Alav Osman jî got: “Armanca me avakirina yekrêziya nav Kurdan de ye. Me wek keç û xortên Amûdê xwest em ji bo yekîtiya Kurdan tiştekê bikin. Em bi hêvî ne em dê gavên mezintir bavêjin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse