Serokê PWKyê: Tifaqa neteweyî wazîfe û pêwîstîyeke zerûrî ye

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan PWK Mustafa Ozçelîk Semîner Qoser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Dem ne dema ezeztîyê ye, tifaqa neteweyî wazîfe û pêwîstîyeke zerûrî ye.”

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk li navçeya Qoserê ya Mêrdînê semînerek li dar xist.

Li gorî daxuyaniya PWKyê, Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de derbarê rewş û rûdanê her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye, Îraq, Îran û Rojhilata Navîn de hinek agahî dan û fikir û pêşniyarên PWKyê yên li ser vê pêvajoya heyî anîn zimên.

"Hevdîtin ne şefaf in"

Mustafa Ozçelîk derbarê pêvajoya heyî de got:

“Niha li pişt deriyan, bi awayekî neşefaf, bi awayekî ku kes nizane çi dibe û dê çi bibe, di navbera dewleta Tirkiyeyê û Ocalan de hevdîtin hene.

Nabe ku qedera nêzîkî 30 milyon Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanêê dijîn, di nav wan hevdîtinên Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de bêne hepskirin.

 Belê pêvajoyek heye lê her aliyek li gorî armanc û xwestekên xwe navekî li vê pêvajoyê dike.

Eger em li daxuyanî û gotarên rayedarên Tirkiyeyê û Ocalan, PKK, DEM Partiyê binerin, em dê bibînin ku ti diyardeyên ji bo aştiyeke mayînde, çareseriya psigirêka Kurd û Kurdistanê, demokrasî, edalet û azadiyê li holê nînin.”

"Em li gel çekdanîna PKKyê ne"

Mustafa Ozçelîk li ser mijara çekdanînê jî wiha axivî:

“Helbet em li gel çekdanîna PKKyê ne, çekdanîna PKKyê di berjewendiyên gelê me yên her çar parçeyên Kurdistanê de ye.

Em li gel in ku mafê hêviyê ji Ocalan re derkeve, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bêne berdan û kesên mecbûr mane welatê xwe terk bikin vegerin.”

Ozçelîk destnîşan kir ku tevî van daxwazan, daxuyaniyên Erdogan, Bahçelî û Ocalan ti nîşaneyekê naxin destên wan ku vê pêvajoyê wekî “pêvajoya aştiyê” pênase bikin.

"Armanc astengkirina Rojava ye"

Ozçelîk anî ziman ku armanca projeya dewletê ya bi navê “Tirkiyeyeke bêteror” astengkirina destkeftiyên Rojava ye û wiha domand:

“Bi ya me, armanca sereke ya vê projeyê ev e ku li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya Ocalan, rê li ber bidestxistin û parastina mafên siyasî û neteweyî yên gelê Kurd bigire.

Eger ew nebe jî dixwazin van maf û destkeftiyan di asta herî kêm de sînordar bikin û her wiha şansa serokkomariya Erdogan xurttir bikin.

"Avakirina aliyê Kurdî"

Serokê PWKyê daxwaza avakirina “Aliyê Kurdan” kir û wiha got:

“Îro DEM Partî û HUDAPAR hem xwe wekî partiyên Tirkiyeyî pênase dikin, hem jî li gel vê siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya ku niha dimeşîne ne.

Ji ber wê jî divê demildest, ji derveyî DEM Partî û HUDAPARê, ji bo avakirina tifaqeke stratejîk a neteweyî û ‘Aliyê Kurdî’ gavên pêwîst bêne avêtin.”

"Ocalan dibêje dewlet û federasyon nikarin bibin bersiv”

Mustafa Ozçelîk rexne li nêrînên Abdullah Ocalan girtin û got:

“Ocalan hebûna miletê Kurd tune dihesibîne, Kurdan wekî ‘bermahiyeke dîrokî û zibil, sergo’ dibîne; zimanê Kurdî wekî zimanekî nekêrhatî û lawaz pênase dike.

Ocalan bi eşkereyî dibêje ku ‘Netewe-dewletên cuda û federasyon encama pêwîst a neteweperestiya tund in û nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.’”

Piştgirî ji bo Konferansa Qamişloyê

Ozçelîk derbarê Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Konferansa 23yê Nîsana 2025an nîşan da û got:

“Em dibêjin ku daxwaza tesfiyekirina hêza leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê ne rast e û li dijî berjewendiyên gelê Rojavayê Kurdistanê ye.

Divê ev hêza leşkerî wekî aliyekî cuda bibe beşeke Artêşa Sûriyeyê ya paşerojê û divê mafê federalî û perwerdeya bi zimanê Kurdî di qanûneke bingehîn a demokratîk de bêne misogerkirin.”

"Destkeftiyeke dîrokî ye"

Mustafa Ozçelîk derbarê Başûrê Kurdistanê jî ew wekî destkeftiyeke dîrokî pênase kir.

Wî bangî partiyên Başûr kir ku li Bexdayê bi yekrêzî tevbigerin, hikûmeta hevbeş ava bikin û hêzên Pêşmerge bikin yek.

"Peymana Lozanê derz xwariye"

Mustafa Ozçelîk bal kişand ser guherînên li herêmê û got:

“Di dîroka Kurdistanê de cara yekem e ku qedera her çar parçeyên Kurdistanê bi vê astê bandorê li hev dikin.

Îro Peymana Lozanê li Başûrê Kurdistanê derzeke mezin xwariye, ev derz ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dimeşe.

Piştî şikesta dewleta Îranê û Hîlala Şîe, ev derz dê ber bi Îranê û hêdî hêdî jî ber bi Tirkiyeyê ve were.

Ji ber wê jî girîngiya kordînasyoneke neteweyî, niştimanî ya di navbera çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên diyasporayê de hîn bêhtir derdikeve pêş.

Û eşkere ye ku di pêkanîn û hûnandina kordînasyoneke wiha de rola Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi awayekî berbiçav derdikeve pêş.”

Mustafa Ozçelîk di dawiya axaftina xwe de bangî hemû partî, kom û kesayetên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê kir got:

“Divê ji bo avakirina tifaqeke neteweyî, demokratîk û her wiha ji bo li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd avakirina ‘Aliyê Kurdî’, em demildest gavên pêwîst bavêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst