PWK: Bila hilbijartinên Îraqê bibin destpêka yekrêziya Kurdan

15-11-2025
RÛDAW
Nîşan PWK Hilbijartinên Îraqê Yekrêziya Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku bila hilbijartinên parlamentoya Îraqê li Başûrê Kurdistanê bibin destpêka yekrêziya nav mala Kurdan.

PWKyê derbarê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku di 11ê Çiriya Paşîn a 2025an de hatin lidarxistin daxuyaniyek belav kir.

PWKyê ku ji ber windakirina kursiyan li Kerkûkê xemgîniya xwe anî ziman, bangî hemû partiyên Kurdfan kir ku ev hilbijartin bibe destpêka yekrêziyê û li Bexdayê bi yek helwestê tevbigerin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hilbijartin di demekê de hatin lidarxistin ku birêvebiriya Bexdayê "dorpêçeke piralî daniye ser Herêma Kurdistanê û dixwaze destkeftiyên federalî lawaz bike."

"Ji ber parçebûnê kursî li Kerkûkê hatin windakirin"

PWKyê bal kişand ser girîngiya herêmên di çarçoveya Madeya 140î de û bi taybetî li ser Kerkûkê rawestiya û got:

"Mixabin, di vê hilbijartinê de li heêrmên Madeya 140î partiyên Kurdan bi lîsteyên cuda cuda beşdarî hilbijartinê bûn û beşdariya Kurdan li gorî hilbijartinên berê kêmtir bû.

Ev yek jî bi taybetî li Kerkûkê bû sedem ku Kurd hinek kursiyên parlamenteriyê ji dest bidin.

Eşkere ye ku wêneya derketiye holê, rewşa rastîn a Kerkûkê îfade nake lê dilê her Kurdekî diêşîne."

“Serkeftina li Mûsilê cihê dilxweşiyê ye”

PWKyê herwiha bal kişand ser aliyên erênî yên hilbijartinê û got:

"Her çi qasî ev encama ku li Kerkûkê derketiye holê dilê Kurdan biêşîne jî li Mûsilê Kurdan serkeftineke baştir bi dest xist.

Li Diyaleyê namzeda jin a Kurd bi kotaya jinan hate hilbijartin. Li Bexdayê jî Kurdan dengekî baş bi dest xist. Ev jî cihê dilxweşiyê ye."

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku eger partiyên Kurdan bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinê bibûna dê serkeftineke hîn baştir bi dest bixistana.

“Sîstema hilbijartinê neheqî ye”

PWKyê rexne li sîstema hilbijartinê ya Iraqê jî girt û wiha got:

"Li gorî sîstema hilbijartinê ya heyî, bi heman hejmara dengan, li bajarên Îraqê, ji bajarên Herêma Kurdistanê zêdetir parlamenter derdikevin.

Ev yek li hemberî îradeya dengderên li Herêma Kurdistanê neheqî û bêdadweriyeke mezin e.

Eger sîstema hilbijartinê ya li Bexda û bajarên din ên Îraqê li Herêma Kurdistanê jî bihata bikaranîn, dê hejmara kursiyên partiyên Kurdan bi kêmanî ji sedî 30 zêdetir bûna."

Pîrozbahî li gelê Kurdistanê û partiyan

PWKyê, ku PDKê wek partiya yekemîn û YNKê wek partiya duyemîn pîroz kir, herwiha hemû partiyên din û Hêzên Ewlehiyên yên Herêma Kurdistanê ji ber lidarxistina hilbijartineke ewle û demokratîk pîroz kirin.

Banga yekrêziyê û avakirina hikûmetê

PWKyê di dawiya daxuyaniyê de bangî hemû partiyên Kurdistanê kir ku li Bexdayê bi yekrêzî û yekhelwestî tevbigerin da ku "li destkeftiyên federal ên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, rê li ber siyaseta dorpêçkirina Bexdayê bigirin û ji bo bicihkirina Madeya 140î xebateke berhemdar bimeşînin."

Her wiha hat xwestin ku di demeke herî kurt de, bi beşdariya PDK, YNK û partiyên din hikûmeta hevbeş a Herêma Kurdistanê bê damezrandin û ji bo yekkirina hêza Pêşmerge, aborî û dîplomasiyê gavên pêwîst bên avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst