Li Wanê 5 kes hatin girtin

10-02-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî 14 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin û 5 ji wan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêlibergirtana koçberên neyasayî û qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya bi mirovan berdewam dikin.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 2 û 9ê Sibata 2025an de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi tohmeta "qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya bi mirovan" 14 kes hatin desteserkirin û ew birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.

Piştî karên îfadewergirtinê 14 kes şandin Dadgeha Wanê.

Dadgeha Wanê derbarê 5 kesan de biryara girtinê da û 9 kes jî berdan.

Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên ji Efxanîstan, Îran û Pakistanê wekî rêyeke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst