Neteweyên Yekbûyî êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îraq Dihok Hewlêr Antonio Gutterres Neteweyên Yekbûyî (NY)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê ya li parêzgeha Dihokê "bi tundî" şermezar kir û daxwaza cezakirina berpirsên êrişê kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî Stephane Dujarric di daxuyaniyekê de got:

"Sekreterê Giştî êrişa drona ya ku 28ê Adarê hate kirin û mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî armanc girt bi tundî şermezar dike.

Guterres daxwaz dike ku demildest lêkolîneke berfireh li ser êrişê were kirin û berpirsên wê werin cezakirin."

Guterres her wiha bangî hemû aliyan kir ku her cure tundûtîjiyê red bikin û rê li ber her hewldana ku aramiya Îraqê xera dike bigirin.

Ev êriş bû sedema nerazîbûneke mezin li seranserê cîhanê.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Amerîka, Îran, Tirkiye û Qeterê di asta herî bilind de êriş şermezar kirin.

Her wiha Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayed û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûl Xeyt jî bi telefonê bi Nêçîrvan Barzanî re axivîn û wan piştgiriya xwe diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda bi cidî li ser vê mijarê bifikire

Nêçîrvan Barzanî roja şemiyê di bultena Rûdawê de ragihand ku ev êriş pêşhateke metirsîdar e ji bo hemû Îraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê got, "Pêwîst e, hikûmeta federal a Îraqê bi gelekî cidî li ser vê mijarê bifikire li ser wan kesên ku li derveyî qanûnê êrişî saziyên dewletê dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst