Tulay Hatîmogullari: Divê Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî ji mafê hêviyê sûdê wergirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tulay Hatîmogullari DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku divê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ji mafê hêviyê sûdê wergirin.

Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de axivî û bal kişand ser "mafê hêviyê" û got, “Heke mafê hêviyê Birêz Abdullah Ocalan jî di nav de ji bo girtiyên siyasî yên di bin rejîma cezayê giran ê muebetê de neyê naskirin, zemîna hiqûqî kêm dimîne.

Aktorê herî girîng ê pêvajoya aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e û divê li gorî vê yekê tevger bê kirin.”

Hatîmogullariyê qurbaniyên erdhejên 6ê Sibatê bi bîr anîn û got ku di demên ewil ên erdhejê de dewlet li qadê nebû.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê diyar kir ku dengên "Ma kes dengê min dibihîze? Ez dicemidim.

Min xilas bikin" ên li Semsûrê wekî dengên ku 3 sal berê ji bin kavilan dihatin "di dil û hişê wan de ne."

Tulayê diyar kir ku bi deh hezaran mirov hîn jî di konteyneran de dijîn û pirsgirêkên wekî qutbûna elektrîkê û bendewariya sedema neçarî didomin.

"Ma di vê rewşê de bila hêrs nebin dê çi bikin?"

Hatîmogullariyê bal kişand ser qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê jî û got ku xizanî, pirsgirêka xaniyan û debara jiyanê bûne pirsgirêkên herî giran ên welatiyan.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê got bêkarî û enflasyonê pişta welatiyan şikandiye û welatiyên malnişîn jî di nav rewşeke xirab de ne.

Hatîmogullariyê çalakiyên karkerên ên li Denîzlî, Merzîfon, Bendera Mêrsîn û depoya Mîgrosê mînak nîşan dan û got, "Welatî, karker û kedkar ma di vê rewşê de bila hêrs nebin dê çi bikin?"

"Girtin keyfî û bêhiqûqî ne"

Hatîmogullariyê operasyona li dijî partiya ESPyê jî bi bîr anî û got ku gelek kes hatine desteserkirin û girtin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê xwest endamên ESPyê bi lez werin berdan. Wê gefên polîsan ên li dijî jinan jî şermezar kirin.

"Bêyî mafê hêviyê zemîn kêm dimîne"

Hatîmogullariyê diyar kir ku pêvajoya aştiyê demeke dirêj e bi Sûriye û geşedanên derveyî sînor ve hatiye girêdan û bang li desthilatê kir û got, "Aştiya li Tirkiyeyê nekin dîla dosyayeyên din."

Tulay Hatîmogullariyê teqez kir ku divê pêvajo di çarçoveya demokratîkbûn, hiqûq û azadiyan de bimeşe û got ku di zemîneke ku biryarên AYM û DMMEyê nayên bicihanîn de gotina aştiyê baweriya xwe winda dike.

Hatîmogullariyê di berdewamiyê jî de got, "Mafê hêviyê Birêz Abdullah Ocalan jî di nav de ji bo girtiyên siyasî yên di bin rejîma cezayê giran ê muebetê de neyê naskirin, zemîna hiqûqî kêm dimîne" û destnîşan kir ku divê aştî bi "demokrasî, hiqûq û azadiyan" xurt bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst