VÎDEO - Keçik kuştin û termê wê avêtin nav çopê

10-03-2017
RÛDAW
Li Kerkûkê keçek 39 salî ji aliyê çend kesan ve hat revandin û piştre hat kuştin.
Li Kerkûkê keçek 39 salî ji aliyê çend kesan ve hat revandin û piştre hat kuştin.
Nîşan Kurdistan Kerkûk Term Keç Revandin Kuştin
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê termê keçikekê di nav çopê de hate dîtin.

 

Keça bi navê Lemaan a 39 salî li ser Facebookê yekî nas dike û pê re diaxive. Ew kes bi peyama “Em dê werin xwazgîniya we, lê pêşî dixwazim te bibînim” keçikê dixapînin û piştre jî wê direvînîn.

 

Kesên ku ew revandine, bi telefonê li malbata keçikê digerin û ji bo azadkirina wê keçikê daxwaza 100 hezar dolarî dikin.

 

Kesên ku keçik revandibûn, gefê li malbatê dixwin û dibêjin eger ew pere neynin, ew dê keça wan bikujin. Lê ji ber ku malbatê Lemaan nekarî wî pereyî berhev bike, keça wan tê kuştin.

 

3 roj şûnde termê keçikê di nav kontînera çopê de hatiye dîtin.

 

Xizmekî Lemaan ê bi navê Îsmaîl Îbrahîm ji Rûdawê re axivîn û aşkere kirin: “Piştî ku keça me derket ber derî, me ew nedît. Me hêzên ewlehiyê agahdar kir û em ketin pey vê mijarê, lê ti kesî alîkariya me nekir. 3 roj e ku hatiye revandin, wan telefona me kir û gotin, werin termê wê bibin.”

 

Malbat dibêje, kesên ku keça wan Lemaan revadibûn, hêj li wan digerin û dibêjin eger ew 100 hezar dolarî berhev nekin û nedin wan, dê ji malbatê kesekî din jî birevînin û bikujin.

 

Xizmekî din ê wê keça kerkûkî yê bi navê Seydi Mihemed Cebar jî ji Rûdawê re axivî û got: “Em dixwazin bizanin, ew hemû pereyê ku ji bo kamêrayên nav bajêr hat xerckirin, çi jê hat. Çima heta niha jî otomobîlên camreş û bê plak mane, çima bi keyfa xwe digerin û kes ji wan napirse. Em fêm nakin ku dê heta kengî xelkê ji bîr dikin”.

 

Rêveberê Binkeya Asayişa Kurdistanê Ferhad Fazil diyar kir: “Beriya 24 saetan, malbat hatin cem me û gilîdar bû. Wan got, ku keça wan ji roja 6ê Adarê ve winda ye. Mixabin termê wê îro li Taxa Pence Elî hate dîtin, ku bi leçika wê, ew fetisandine û avêtine kontînera çopê.”

 

Herwiha Fazil aşkera kir, hin zanyarî bi dest xistine û got: “Em bi hûrgilî li pey vê bûyerê ne û em dê teqez wan peyda bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst