Hewlêr (Rûdaw) - Li Kolombiyayê 6 leşkerên ku ketin kemînê mirin û 5 leşker jî hatin revandin.
Leşkerên ku wezîfeya devriyeyê pêk dianî li çoltera San Jose del Guaviareyê ya herêma birêvebiriya Guaviare ketin kemînê.
Di pevçûna ku derket de 6 leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 5 leşker jî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.
Tê angaştkirin ku êriş ji aliyê bloka "Comandante Jorge Suarez Briceno" ya girêdayî Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) yên berê ve hatiye pêkanîn.
Li gorî medyaya herêmî, leşkerên ku hatibûn revandin pişt re radestî gundiyan hatine kirin.
Li aliyê din, tîmekê ji Şandina Piştgiriya Pêvajoya Aştiyê ya Kolombiyayê (MAPP/OEA) ber bi herêmê ve bi rê ket da ku leşkeran teslîm bistîne.
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de daxwaza lêpirsînê kir û got:
"Ez berpirsiyarê jiyana her ciwanê hêzên me yên ewlehiyê me.
Ez dixwazim hemû bi saxî û silametî vegerin cem malbatên xwe ji ber ku hikûmeta me hikûmetek e ku jiyanê diparêze."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse