Çîroka Hîdayet Şêxanî, 30 sal in tenê cilên neteweyî li xwe dike

10-03-2025
RÛDAW
Hîdayet cemedanî û kulavan difiroşe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hîdayet cemedanî û kulavan difiroşe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Cilên Kurdî Çîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku tu diçî nav bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê tu ciwanekî dibînî ku cemedanî û kulavan difiroşe.

Ew Hîdayet Şêxanî ye, 30 sal in ku tenê cilên neteweyî yên Kurdan li xwe dike her dem bi cilên Kurdan derdikeve.

Hîdayet Şêxanî ji Rûdawê re got, “Ez gelekî eleqedarî cilên Kurdî me, ev eleqe û evîna min bû ku kiriye ez dest bi firotina kulav û cemedaniyan bikim.”

Ew dixwaze ku mirov ne tenê di cejn û rojên taybet de lê her tim hewl bidin cilên Kurdî li xwe bikin û dibilîne, "Şerm mekin ji lixwekirina van cilan."

Hîdayet di vîdeoyê de çîroka xwe û firotina cemedeniyan vedibêje.

Behsa wê jî dike ku xwestek li ser kîjan cureyên cemedaniyan zêdetir e.

Kerem bikin li çîroka Hîdayet temaşe bikin:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst