Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl Elî) ji Rûdawê re eşkere kir ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de peymaneke nû ya bihevguhertina dîlan heye.
Siyamend Efrîn diyar kir ku li gorî peymanê, hikûmeta Sûriyeyê dê îro êvarê 100 dîlên HSDyê serbest berde, li hemberî vê yekê jî HSD dê 100 dîlên hêzên hikûmetê berde.
“Dê komên din jî werin berdan”
Li aliyê din, Birêvebirê Kar û Barên Siyasî yê hikûmeta Sûriyeyê Ebas Husên ragihand ku îro dê li bajarê Hisîçayê koma ewil a girtiyan ji girtîgehên HSDyê derkeve.
Husên di daxuyaniyekê de got ku ev pêvajo di bin çavdêriya tîma serokkomariyê de tê kirin û Fermandariya Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Hisîçayê dê wan wergire.
Husên da zanîn ku di nav vê komê de hejmarek girtiyên sivîl û endamên HSDyê hene.
Husên amaje pê kir ku piştî vê pêngavê dê di demên pêş de komên din jî werin berdan da ku ev dosyaya mirovî gav bi gav were girtin.
#VÎDOE - Siyamend Efrîn ji Rûdawê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 10, 2026
🎙️ "100 şervanên HSDyê yên dîl dê îro bên berdan" pic.twitter.com/5oTUlU1NRq
“Meseleyeke sereke ye”
Ev peymana bihevguhertinê beşek ji dan û standinên berfirehtir e ku ji bo dosyaya dîl û windayan tê kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ev dosya wekî "meseleyeke sereke" pênase kiribû.
Mezlûm Ebdî 7ê Adarê di hevdîtina bi komîteya malbatên dîlan re ragihandibû ku bi awayekî fermî hatiye agahdarkirin ku "hezar û 70 girtiyên sivîl û leşkerî" yên herêmên Rêveberiya Xweser di girtîgehên Sûriyeyê de ne.
Ebdî wê demê tekez kiribû ku ev dosya di karê wan de xwedî pêşengiya herî mezin e û bi ti awayî bazirganî li serê nayê kirin.
Wî diyar kiribû ku xebat li gorî planeke demkî didomin û dîl dê di demeke nêz de vegerin cem malbatên xwe.
Pêngavên berê
Berî vê pevguhertinê, 5ê Adarê 59 dîlên HSDyê ji parêzgehên cuda hatibûn berdan.
Ji wan 14 kes li Hamayê, 15 li Dêrezorê, 7 li Reqayê, 21 li Helebê û her yek li Îdlib û Şamê hatibûn berdan.
Amarên wê demê nîşan didan ku hîn dan û standin li ser çarenivîsa zêdetirî hezar û 500 kesan didomin û dosyaya bihevguhertina dîlan wekî mijareke aloz di navbera her du aliyan de didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse