Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) da zanîn ku wan têkildarî mirina Elaedîn Emînê dest bi lêpirsînê kiriye.
Elaedîn Emînê 33 salî ku ji Swêdê çûbû bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di dema desteserkirinê de canê xwe ji dest dabû.
Zeynep Mihemeda dayîka Elaedîn doh bûbû mêvanê Dilbixwîn Dara bi girî û feryad behsa rewşê kiribû û gotibû kurê wê di bin şkenceyê de hatiye kuştin û daxwaza dadgehkirina berpirsan kiribû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) a Kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkildarî mirina Elaedîn Emîn komîteyek hatiye avakirin da ku bûyerê zelal bike.
"Me komîteyeke lêpirsînê ya asta bilind ava kiriye"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“8ê Adara 2026an hinek saziyên ragihandinê û medyaya dîjîtal nûçeyên derbarê mirina Elaedîm Emîn de belav kirin ku ji Swêdê hatibû herêmên Rêveberiya Xweser.
Di wan nûçeyan de îdiayên derbarê şertên girtin û mirina wê de cih girtin.
Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) de, li ser bingeha berpirsyariya me ya exlaqî ya li hemberî welatiyên me, em van tiştan zelal dikin:
Em bi zelalî piştrast dikin ku prensîbên ku Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) li ser wan hatine damezirandin, di serî de li ser parastina mirovan û parastina mafên mirovan in û her pratîkên li derveyî çarçoveya qanûn û nirxên mirovan kiryarên ku nêzîkatiya saziya me yan prensîbên wê yên giştî temsîl nakin, pêk tên.
Yekser piştî bûyerê me komîteyeke lêpirsînê ya di asta bilind de ava kir ku ji komeke pisporên hiqûqî û çavdêran pêk tê da ku hemû hûrgiliyên bûyerê lêkolîn bike û rastiya bûyerê diyar bike.
Em soz didin gelê xwe û raya giştî ku em dê encamên lêpirsînê bi zelaliya temam belav bikin. Di heman demê de em tekez dikin, her kesê ku xemsarî yan binpêkirina rêzikname û qanûnan kiribe, dê berpirsyar be û were cezakirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse