Hewlêr (Rûdaw) - Beriya niha bi demeke kurt li gundê Sêbîranê yê Hewlêrê dronek ket.
Ev dron ji aliyê pergala parastinê ya Koalîsyonê ve hatibû têkbirin.
Dron li ser banê mala gundiyekî Sêbîranê ket xwarê û ti zererên canî çênebûne.
Niştecihê gundê Sêbîranê Nûrhat Herkî ji Rûdawê re ragihand ku dron ji aliyê pergala parastinê ya hêzên Amerîkayê ve hatiye têkbirin û ketiye ser banê malekê li nav Sêbîranê, lê bextewerane ti ziyanên canî çênebûn.
Wî welatiyî her wiha da zanîn ku yekser piştî bûyerê hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.
"Jiyana me di metirsiyê de ye"
Gundê Sêbîranê dikeve kêleka Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û piraniya êrişên bi dron û mûşekan li ser balafirgehê tên kirin.
Nûrhat Herkî got, "Berdewam dron û parçeyên dron û mûşekan li derdora me dikevin xwarê, lewma jiyana me di metirsiyê de ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse