Supaya Pasdaran: Me bi 5 mûşekan li baregeha Herîrê xist

1 demjimêr berê
Nîşan Supaya Pasdaran Herîr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan baregeha Amerîkayê ya li navçeya Herîrê ya Hewlêrê bi 5 mûşekan kiriye hedef.

Supaya Pasdaran daxuyand ku baregeha leşkerî ya hêzên Amerîkayê ya li navçeya Herîrê ya ser bi Hewlêrê ve bûye armanca 5 mûşekan.

Yekeya Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan êrişî hêzên Amerîkayê kiriye ku li baregeha leşkerî ya Herîrê ya li Herêma Kurdistanê bi cih bûne.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku bi 5 mûşekan êrişî baregehê hatiye kirin.

“Bi 5 mûşekan hat hedefgirtin”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Baregeha hêzên destdirêjker ên Amerîkayê ya li Herîra Herêma Kurdistanê, ji aliyê yekîneya mûşekan a Hêzên Bejahî yên Supaya Pasdaran ve bi 5 mûşekan hat hedefgirtin."

Ji destpêka şer ve Îran û kom û komên çekdar ên nêzîkî Îranê, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Daxuyaniya Qaymeqamê Herîrê

Qaymeqamê Herîrê Şêrwan Celal jî li ser mijarê got, "Êriş ne di nav sînorên me de, li Banî Herîrê bû."

Şêrwan Celal ji Rûdawê re axivî û anî zimên:

"Li derdora balafirgeh û navçeya me ti êriş nehatiye kirin."

Şerwan Celal li ser daxuyaniya Supaya Pasdaran ev agahî dan:

"Doh derengiya şevê û îro berê sibehê êrişek çêbû lê ev êriş ne li navçeya Herîrê, li Çiyayê Banî Herîrê bû."

Êrişên li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Piraniya êrişan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê, baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye û Dêgeleyê û hêzên Pêşmergeyan ên bi ser fermandariya Silêmaniyê ve kirin hedef.

Ev ne yekem êrişa li ser Herîr û Hewlêrê ye.

Ji doh ve zêdetirî 10 êrişên bi vî rengî hatine kirin.

Piraniya êrişan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kir hedef ku hinek Hêzên Koalîsyonê li wê derê bi cih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst