Nêçîrvan Barzanî rêberê nû yê Îranê pîroz kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mucteba Xamineyî Elî Xamineyî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina wî ya wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, Mucteba Elî Xamineyî pîroz kir.

Rêberê Îranê Elî Xamineyî 28ê Sibatê di êrişeke Îsraîlê de hati bû kuştin.

Piştî kuştina Elî Xamineyî kurê wî Mucteba Xamineyî wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê re şand.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de silav li Rêberê nû yê Îranê kirin û got:

"Bi boneya hilbijartina we ya wekî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, em pîrozbahiyeke germ li cenabê we û gelê Komara Îslamî ya Îranê dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de ji bo erka wî ya nû hêviya serkeftinê ji Mucteba Xamineyî re xwest.

"Em dixwazin pêwendiyên xwe bi pêş bixin"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de û ragihand ku ew dixwazin van pêwendiyan xurttir bikin.

Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê wiha anî zimên:

"Herêma Kurdistanê wekî her tim dixwaze pêwendiyên xwe yên dîrokî û dostane li gel Komara Îslamî ya Îranê bipêş bixe.

Ev yek ji bo berjewendiyên her du gelan û pêkvejiyana aştiyane ya li tevahiya navçeyê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst