Serok Barzanî li ser hilbijartina Serokkomarê Îraqê got: ‘Nayê qebûlkirin’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Serokkomarê Îraqê Hilbijartin Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand, "Nayê qebûlkirin ku di demekê de namzedê Serokwezîr nehatiye diyarkirin, li ser hilbijartina Serokkomar israr were kirin."

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê derbarê hilbijartina Serokkomarê Îraqê peyamek belav kir.

Serok Barzanî diyar kir ku israra hinek aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya li ser hilbijartina Serokkomar, di demekê de ku aliyên din hilbijartina Serokwezîr taloq dikin, ne cihê qebûlkirinê ye.

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de tekezî li ser hevahengiya pêvajoyan kir û got:

"Em tekez dikin ku heta ew pirsgirêk bi hev re neyê çareserkirin, ti berkeftî û mafekî destûrî nayê çareserkirin.

Divê çareserî bi awayekî be ku hemû alî di rûniştina bê ya Parlamentoyê de amade bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst