Logoyên partiyên ku di nav Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de ne\ Wêne: Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) - Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji şeş hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, li ser agirbesta navbera Îran û Amerîkayê daxuyaniyeke belav kir.
Hevbendiyê tekez kir ku ew her gava ku bibe sedema rawestandina xwînrijandinê pêşwazî dikin lê hişyarî dan ku agirbesta bêyî çareseriyeke bingehîn wê tenê bibe "demeke taktîkî" ji bo rejîmê.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku piştî 39 rojên şerekî giran û di bin zexta êrişên rasterast ên Amerîka û Îsraîlê de, 8ê Nîsanê rejîma Îranê li hemberî ultîmatoma Amerîkayê neçar ma ku agirbestê qebûl bike.
Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de 4 xalên sereke anîn ziman:
Berpirsyariya Şer: Hevbendiyê destnîşan kir ku şer û têkçûna ewlehiyê encama rasterast a siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ye.
Hewldanên bidestxistina çekên atomî, desttêwerdana li kar û barên welatan, belavkirina îdeolojiya xwe, piştgiriya terorîzmê û bipêşxistina bernameyên mûşekî û dronan, cîhan ber bi nasîgirtiyê ve biriye û bûye sedema wêraniya bi hezaran malbatan.
Agirbesta Taktîkî: Tevî ku ew pêşwaziyê li parastina jiyana sivîlan dikin lê hişyarî dan ku divê agirbest ji bo rejîmê nebe "derfetek taktîkî" da ku xwe bi rêxistin bike û nêzîkî çekên navokî bibe.
Her rêkeftineke ku îradeya gelên Îranê tê de neyê parastin, wê bibe aştiyeke demkî û metirsîdar.
Mercên Agirbesteke Watedar: Hevbendiyê ragihand ku agirbest tenê dema watedar e ku bibe destpêka:
Hilweşandina bingehîn a bernameyên navokî û mûşekî.
Pabendbûna bi mafên mirovan û naskirina mafên rewa yên neteweyên di nav Îranê de, bi taybetî mafê çarenivîsê yê gelê Kurd.
Baweriya bi Têkoşînê: Hevbendiyê diyar kir ku ezmûna 47 salan nîşan daye ku ev rejîm nayê çaksazkirin û tenê bi guhertineke bingehîn û demokratîk aramî tê pêkanîn.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Sazûmana Xebatê ya Kurdistana Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse