Cevdet Yilmaz: Di pêvajoya çareseriyê de em gihîştine qonaxeke nû

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cevdet Yilmaz Pêvajoya Çareseriyê Amed DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, li Amedê beşdarî bernameya "Hevdîtina bi Cîhana Karsaziyê re" bû.

Yilmaz ragihand ku bi xebatên komîsyona parlamentoyê û nexşerêya diyarkirî, ew di pêvajoya çareseriyê de gihîştine qonaxeke nû.

Cevdet Yilmaz di gotara xwe de bal kişand ser rewşa aloz a herêmê û giringiya aştiya navxwe ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û got,

“Atmosfera ku em niha tê de ne, nîşanî me dide ku armanca ‘Tirkiyeya Bêteror’ çi qas biqîmet e.

Em hêvî dikin ku piştî geşedanên li Sûriyeyê, li Îranê jî atmosfera aştiyê ava bibe.

Di rewşeke wisa de ku li Îranê mirov neyên tahrîkkirin, pêvajoya çareseriyê dê bi awayekî bileztir û bi bandortir bi rêve biçe.”

"Aramiya li Sûriyeyê û Îranê dê pêvajoyê bileztir bike"

Yilmaz amaje bi xebatên Komîsyona Parlamentoyê da û bi bîr xist ku niha raporeke ku bi piştevaniya hema hema hemû partiyan hatiye amadekirin heye.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê ji aliyekî ve fesixkirina rêxistinê û danîna çekan li qadê bi awayekî berçav were şopandin, ji aliyê din ve jî sererastkirinên yasayî werin kirin.

Yilmaz anî zimên ku li herêmên Bakurê Kurdistanê yên ku berê şer û pevçûn lê hebûn, niha jiyan asayî bûye.

Bandora krîza herêmî li ser aboriyê

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê li ser şerê Îran û Îsraîlê jî got, "Bi çavsoriya Îsraîlê û bi êrişên Amerîka, Îsraîl û Îranê ev şer dest pê kir. Îranê jî di vê navberê de êrişî welatên cîran kir."

Yilmaz hişyarî da ku girtina Tengava Hurmizê ku ji sedî 20ê petrola cîhanê dabîn dike, bandoreke xerab li aboriya herêmê û cîhanê dike û dibe sedema zêdebûna enflasyonê.

Hişyariya li dijî provokasyonan

Cevdet Yilmaz li dijî hewlên têkdana pêvajoya çareseriyê jî hişyarî dan û got:

“Dibe ku hinek derdor hebin ku bixwazin bi dezenformasyonê vê pêvajoyê jehrî bikin.

Divê her kes di ziman û nêzîkatiya xwe de pir baldar be.”

Yilmaz her wiha bang li partiyên siyasî û bi taybetî li DEM Partiyê kir ku li ser mijara danîna çekan helwesteke zelal nîşan bidin û got, "Pêvîst e partî ji navendên wesayetê dûr bikevin û siyaseta demokratîk bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst