Rûla Hemdo: Mezinên me xêr û bereketên me ne

56 xulek berê
RÛDAW
Rûla Hemdo bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Rûla Hemdo bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Efrîn Kal û Pîr Mezin Kêfxweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana Kurd Rûla Hemdo li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi destpêşxeriyeke cuda kiriye.

Rûla Hemdo li pey wan kesan digere ku jor 100 salî re ne ku bibe hevbeşa kêfxweşiya wan û qedrê wan bigire.

Di demekê de ku gelek caran mezinên malê di nava qerebalixiya jiyanê de tên jibîrkirin, Rûla Hemdo bi nêrîneke mirovî û çandî dest bi xebatekê xwe kiriye.

Ew li gund û navçeyên Efrînê li deriyê wan kesan dixe ku her yek ji wan "pirtûkên zindî" yên dîrokê ne.

'Ew sebra malên me ne'

Rûla Hemdoya ku bû mêvana bultena Nûrojê ya Rûdawê li ser kar û xebatên xwe pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Hemdo sedema vê destpêşxeriyê eşkere kir û anî ziman:

"Min dît ku gelek kal û pîr hene kes guh nade wan.

Ew dîroka me ne, sebra malên me ne, xêr û bereketên me ne.

Min xwest ez dilê wan xweş bikim û bala civakê bikişînim ser girîngiya wan."

Çîrokê bi kalikê Rûla Hemdoyê dest pê kiriye.

Rûla Hemdoyê dema ku dît pîrozkirina rojbûna kalikê wê çi qas moral û şahî da wî biryar da ku vê kêfxweşiyê bigihîne hemû malên Efrînê ku "mezinê sed salî" lê hebin.

Çîrokên ecêb: Evîna 117 salî

Di nav lêgerînên Rûla Hemdoyê de, çîrokên ku mirov heyirî dihêlin derdikevin holê, kalekî 117 salî heye ku heta niha nezewiciye.

Rûla Hemdoyê li ser çîroka wî got:

"Ji ber ku dilê wî ketibû keçekê û nebûbû nesîbê wî, wî jî temenê xwe bi tena serê xwe û bi bibîranînan derbas kiriye."

Ev kalê ku li cem biraziyên xwe dimîne, bi zimanên Rûsî û Farisî jî dizane.

Kalekî din ê Efrînî jî heye ku tevî 110 salên temenê xwe, berî du mehan zewiciye.

Ew ne tenê nûzewicî ye her wiha her roj diçe ser zeviyên xwe û mîna xortekî bi axê re mijûl dibe.

Rûla Hemdo û hevala xwe bi xwebexşî vî karî dikin.

Ew berî her serdanekê destûrê dixwazin, bi şîranî û xelatan diçin cem wan kesên kal û pîr û rojbûna wan pîroz dikin.

Rûla Hemdoyê diyar kir ku xelkê Efrînê bi eşqa jiyanê û xwarinên xwe yên saxlem navdar in, loma temenê wan dirêj e.

Ew bangî her kesî dike ku alîkariya wê bikin ku bigihêje kesên jor 100 salî re û da zanîn:

"Dema ez bi wan re dimeşim, ez bi xwe bihêz dibim. Yê mezinê wî tune be, tiştekî wî tune ye."

Ev ne destpêşxeriya yekem a Rûla Hemdoyê ye.

Wê berî niha di cejnekê de ji bo 190 zarokên sêwî cil û berg peyda kiribûn.

Rûla Hemdo bi gelek karên xêrxwaziyê di nava civaka Efrînê de tê naskirin û îro li Efrînê ne tenê rojbûnan pîroz dike, pirekê di navbera nifşê niha û yê berê de ava dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst