Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî ji Rûdawê re ragihand ku dibe di dawiya vê hefteyê de komeke nû ya dîlan were berdan û dibe ku ev koma dawî be.
Ehmed Hîlalî her wiha da zanîn ku dê di demeke Kurd de zêdetirî hezar malbatên din ên koçber vegerîn Efrînê.
Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê û Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî daxuyaniyeke taybet da Tora Medyayî ya Rûdawê.
Hîlalî got, "Hikûmet ji bo gavên nû yên yekbûnê (entegrasyonê) karên xwe didomîne. Em bi taybetî giraniyê didin dosyeyên mirovî.
Di çarçoveya hewldanên asayîkirin û yekbûnê de, van demên dawiyê 232 kesên ku tevlî refên HSDyê bûbûn hatin berdan.
Tê payîn ku di dawiya vê hefteyê de komeke nû ya girtiyan bê berdan û dibe ku ev koma dawî be."
Zêdetirî hezar malbatên din vedigerin Efrînê
Ehmed Hîlalî li ser mijara vegera koçberan jî ev agahî dan:
"Vegera zêdetirî hezar û 200 malbatên Efrînî ya li gund û bajarokên wan hat hêsankirin.
Bi saya vê vegerê, 8 dibistan, çend peymangeh û saziyên hikûmetê yên ku koçber tê de diman hatin valakirin. Ev cih dê bikevin xizmeta perwerdeyê."
Hîlalî her wiha diyar kir ku dê îro derdora hezar malbatên Efrînî yên din ji Qamişloyê bi rê kevin û vegerin cihên xwe.
"Dê dengê Kurdan li Parlamentoya Sûriyeyê hebe"
Ehmed Hîlalî di berdewamiya axaftina xwe de got, "Xwenîşandanên aştiyane û şaristanî mafekî destûrî ye."
Hîlalî destnîşan kir ku “êrişên li ser saziyên giştî û navendên hikûmetê karên li derveyî qanûnê ne.”
Hîlalî da zanîn ku Mersûma Hejmar 13, ji bo misogerkirina maf û azadiyên welatiyên Kurd ên Sûriyeyê gaveke girîng e û pê de çû:
"Dê dengê Kurdan li Parlamentoya Sûriyeyê hebe û were bihîstin."
Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî tekez kir ku her çend astengî hebin jî, ji bilî "vebijarkên niştimanî" ti rêyên din li pêşiya wan tunin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse