کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ferhad Şamî / Wêne: Arşîv

Ferhad Şamî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Ferhad Şamî li ser zimanê Kurdî bi tabelayên Tirkî daxuyaniyek belav kir

RÛDAW

RÛDAW

10-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW10-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Ferhad Şamî bal kişand ser herêmên Kurdan û anî ziman: “Ji Efrîn û Kobaniyê heta Dêrikê herêmên Kurdan in.”

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser nîqaşên ziman û nasnameyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê daxuyaniyek belav kir.

Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de wêneyên tabelayên bi zimanê Tirkî parve kirin û diyar kir ku ji bo bidawîhatina hişmendiya Baasê, divê ev fikir bi temamî ji holê rabe.

Şamî destnîşan kir ku serweriya rastîn divê ne li dijî pêkhateyên Sûriyeyê, li dijî destwerdanên derve be.

"Ji Efrînê heta Dêrikê herêmên Kurdan in"

Berpirsê HSDyê bal kişand ser nasnameya Kurdî ya herêmên wekî Efrîn, Kobanî û Dêrikê û bertek nîşanî polîtîkayên dûrxistinê da û anî ziman:

"Beas fikrek bû û heger em bixwazin Beas bi dawî bibe, divê ev fikir bimire.

Serweriya rastîn divê ne li dijî pêkhateyên Sûriyeyê, li dijî destwerdana derve be."

"Zimanê Kurdî divê bibe yê yekem"

Ferhad Şamî li ser nîqaşên zimên ên li herêmê got:

"Ji Efrîn û Kobaniyê heta Dêrikê, ev der herêmên Kurdan in.

Loma li gorî mentiqê ew nûnerê ku cudahiyê dixe navbera pêkhateyan û makîneyeke hesaban a mîrata Beasê bi xwe re digerîne, zimanê Kurdî divê bibe zimanê yekem û yê tenê."

"Xwenîşandan meşrû ne"

Şamî eşkere kir ku serweriya Kurd û Siryanan bi zimanê wan pêk tê û anî ziman:

"Serweriya Kurd û Siryanan bi zimanê wan pêk tê, wekî çawa serweriya te bi zimanê te pêk tê.

Dûrxistina pêkhateyan dibe sedema cudahiyê û her liv û tevgera xwenîşandanê ya li dijî fikra dûrxistinê meşrû ye."

البعث كان فكرة، والفكرة يجب أن تموت إن كنا نريد للبعث أن ينتهي. السيادة الحقيقية لا يجب أن تكون ضد مكونات سوريا، بل ضد التوغل الخارجي. من عفرين وكوباني إلى ديرك، مناطق كردية، إذاً يجب أن تكون اللغة الكردية هي الأولى والوحيدة، بحسب منطق المبعوث (المرسال) الذي يفرق بين المكونات… pic.twitter.com/B1ZlInTp6M

— Farhad Shami (@farhad_shami) May 9, 2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên