Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê di dema pêşwazîkirina karwanê çaremîn ê dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ji ber reşandina guleyên şahiyê ciwanekî canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
8ê Gulanê dema ku karwanê dîlan gihişt Qamişloyê, xelkê ji bo kêfxweşiyê gule reşandin.
Di wê demê de guleyek li serê ciwanê bi navê Beşîr Ehmed ê 20 salî ket.
Beşîr Ehmed yekser rakirin nexweşxaneyê û nêzîkî 12 demjimêran di beşa çavdêriya hûr de ma.
Lê belê ji ber giraniya birîna xwe doh canê xwe ji dest da.
Her wiha 7 kesên din jî ji ber van guleyan birîndar bûn lê birînên wan sivik bûn û çareseriya pêwîst ji bo wan hat kirin.
Şahiya wan bû şîn
Dawiya êşa malbata dîlekî, bû destpêka êşa û şîna malbateke din.
Xedîca Ehmeda dayîka Beşîr ji ber mirina kurê xwe di nava xemeke kûr de ye û êşa dilê xwe tîne zimên.
Xedîca Ehmedê bi dilşewatî got, “Ew kezeba min bû, em hemû mirin.”
Metika Beşîr jî ku tebata wê nedihat, anî zimên ku Beşîr zava bû û wan dixwest daweta wî bikin lê mixabin govenda êşê li ber deriyê wan geriya.
"Dev ji van guleyan berdin"
Beşîr yek ji 4 xwişk û birayên malbatê bû. Bûşre Ehmeda xwişka wî ya cêwî ji bo mirina birayê xwe gelekî dilteng e.
Bûşre Ehmedê bangî xelkê kir û got, “Ew hevalê min bû, cêwiyê min bû, ne tenê birayê min bû.
Gelekî zehmet e. Ez bi hêvî me dengê min bigihîje her kesî, dev ji van guleyan berdin.”
12 demjimêran di komayê de ma
Li gorî amarên nexweşxaneyeke taybet, tenê wê şevê 7 kesên birîndar birin wê nexweşxaneyê.
Bijîşkê Beşa Hawarçûnê Dr. Îmar Resûl li ser rewşê axivî û got:
“Em gelek caran rastî rewşên wiha tên. Wê şevê 7 kesên birîndar anîn cem me û yekî ji wan jiyana xwe ji dest da.”
Beşîr Ehmed 12 demjimêran bêhiş di odeya çavdêriya hûr de ma.
Lê mixabin hewldanên bijîşkan bêencam man û wî ji bo hertimî xatir ji jiyanê xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse