Di êrişeke Tirkiyê de 3 şervanên YPGê canê xwe ji dest dan

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan YPG Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di êrişa droneke Tirkiyê de li navçeya Ehdasê 3 şervan wan canê xwe ji dest dane û û 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya YPGê ragihand ku li ser rêya Maratê û navçeya Ehdas a Şehbayê otomobîlek a wan hatiye bombebarankirin.

Li gor daxuyaniyê di wê êrişê de 3 şervanên YPGê canê xwe ji dest dane û 2 şervanên din jî birîndar bûne.

YPGê di daxuyaniya xwe wiha dibêje: “Îro piştî nîvro saet di 16 :45an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê êrişî hêza me kir. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.”

Navenda Ragihandina YPGê nasnameya şervanên qurbanî eşkere nekirin û dibêje: “Derbarê nasnameya şehîdên me de em dê piştre daxuyaniyekê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst