Xwişka Elî Qazî: Birayê min wesiyet kiriye li Mihabadê bê veşartin

10-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî îro li bajarê Bonnê yê a Almanyayê koça dawî kir. Xwişka wî Suheyla Qazî dibêje birayî wê wesiyet kiriye li Mihabadê bi xakê bê spartin, lê  îro hikûmeta îranê li bajarê Mihabadê rê neda bi merasima şîngirtina bo Elî Qazî.

Îro Yekşemê di 10 Tîrmeha 2022yan de Kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî di 89 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kir.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ragihand ku piştî kurê yekane yê Rêber Kurd Qazî Mihemed, Elî Qazî li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawî kir û hevjîna wî, kur, keç, xwîşk, xizm û kurdên ji her perçeyên Kurdistanê tevlî merasîma şingirtina wî li Mizgefta Ayînde ya Kolnê bûn. 

Xwişka Elî Qazî, Suheyla Qazî  ji Rûdawê re got: "Piştî du rojan rewşa tenduristiya wî xirab bû, ew rakirin nexweşxaneyê û biryar bû îro wî bînin malê. Lê vê sibehê saet di 03:40an de li nexweşxaneyê dilê sekinî û jiyana xwe ji dest da. Ji 9 meha borî ve nexweş ketibû û li ser cihê xwe bû, nedikarî biaxive an jî bibihîze."

Derbarê wesiyeta birayê xwe ya dawî de Suheyla Qazî   got: "Dema ku ew li nexweşxaneyê bû, dikarîbû biaxive, lê wî hîs nedikir ku rojekê dê ew bikeve ser cihê xwe û nikaribe biaxive an jî nikaribe bibîne an jî bibihîze. Birayê min her tim digot eger ez tiştekî bi serê min de were, min dîsa bibin Mihabadê û min li wir li kêlaka bavê min re defin bikin. Ev wesiyeta wî bû. Daxwaza me jî ew e ku em li Mahabadê wî veşêrin, ji ber ku bav û kalên min li wir hatine veşartin." 

Suheyla Qazî  herwiha da zanîn ku niha du xwişkên wê li Mihabadê dijîn û ew bi xwe jî ev 43 sal in li Almanyayê dijî.

Suheyla Qazî li ser veguhastina cenazeyê Elî Qazî bo Îranê wiha got: "Em dê sibe serdana konsulxaneya Îranê li Frankfûrtê bikin. Wê demê em dê ka bibînin helwesta wan çi ye.”

Suheyla Qazî her wiha got li Îranê bi taybetî li Mihabadê destûr nedane ku li mizgeftekê merasîma şingirtina birayê wê were danîn.

Elî Qazî Mihemed di sala 1933an de li bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye; dema Komara Kurdistanê hatç ragihand ku ew 13 salî bû. Ew demekê bûye serokê Partiya Azadiya Kurdistanê li Rojahilatê Kurdistanê û piştre ji ber nexweşiyê dev ji erka xwe berdaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst