HSDê 2 çekdarên DAIŞê li Minbicê girtin

10-07-2023
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ Minbic
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihandin ku Yekîneyên wan ên Taybet 2 çekdarên şaneyên veşartî yên DAIŞê li bajarê Minbicê, girtine.

Li gorî daxuyaniyê di operasyon bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî pêk hatiye û yek ji wan kesên hatiye girtin bi navê Macid Mihemed El-Mihemed El-Hîlal e û di nava DAIŞê de bi gelek karan hatiye erkdarkirin

Her wiha yê din jî bi navê Hisên Hesen Şerîf e û di nivîsgeha komkirina zekatê ya DAIŞê de kar kiriye. Herdu kesên hatine girtin ev çend sal in bi awayekî veşartî ji DAIŞê re dixebitin.

Li aliyê din li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, di 9ê Tîrmehê de teqînek çêbû û di encamê de serkirdeyek û 2 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst