Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku ew ê beşdarî merasîma danîna çekan bibe got, "Ev merasîm di bin agahdarî û koordînasyona dewletê de tê kirin."
Gergerlîoglu her wiha got, "Divê ez eşkere bibêjim, em dibînin ku di navbera dewlet û PKKyê de lihevkirinek çêbûye. Ev pêşketineke gelekî girîng e."
Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu beşdarî bultena saet 10.00an a Rûdawê bû ku ji aliyê Arez Xalid ve dihat pêşkêşkirin û derbarê merasîma danîna çekan a PKKyê ya ku tê payîn sibe li Silêmaniyê bê lidarxistin û daxuyaniya dawî ya Abdullah Ocalan de nirxandinên balkêş kirin.
Gergerlîoglu diyar kir ku ew tevî şandeya DEM Partiyê ji bo beşdarbûna merasîmê çûne herêmê, bipêşketinan ji nêz ve dişopînin û got ku pêvajo bi awayekî erênî bi rê ve diçe.
“Em dê şahidiya kêliyeke dîrokî bikin”
Gergerlîoglu diyar kir ku ew dê îro tevî şandeya DEM Partiyê derbasî Hewlêrê û sibe jî derbasî Silêmaniyê bibin.
Parlamenterê DEM Partiyê Gergerlîoglu got ku parlamenterên ku di partiyê de nûnertiya beşên cuda yên civakî dikin jî dê şahidiya vê kêliya dîrokî bikin û wiha pê de çû:
“Parlamenterên partiya me, endamên MYKyê, ji bo nûnertiya civakên cuda George Aslan (Suryanî), Celal Firat (Elewî), Cengîz Çandar (rojnameger) û ez bi xwe jî di şandeyê de me.
Ne tenê em, bi sedan rojnameger, çalakvanên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan jî dê beşdarî merasîmê bibin. Em vê pêvajoyê bi erênî pêşwazî dikin û piştgiriyê didinê.”
“Daxuyaniya Ocalan qonaxeke gelek girîng bû”
Gergerlîoglu bi awayekî taybet bal kişand ser daxuyaniya bi vîdeo ya Abdullah Ocalan a ku hat weşandin û tekez kir ku ev yek ji bo birêveçûna pêvajoyê werçerxeke krîtîk e:
“Doh li Tirkiyeyê vîdeoyeke ku gelekî hat axaftin, hat weşandin.
Li girtîgehê daxuyanîdayîna girtiyekî bi vî rengî dijî qanûnan e lê dewletê vê carê ev yek mimkin kir.
Ocalan peyamên gelek zelal dan rêxistina xwe û gelê Kurd.
Wî anî ziman ku divê bal bê kişandin ser qonaxên têkoşînê û têkoşîna çekdarî êdî ketiye kolaneke bêderketin.
Ev daxuyanî ji bo kesên ku serê wan tevlihev bû, bû daxuyaniyeke diyarker.”
“Di navbera dewlet û PKKyê de lihevkirineke dualî heye”
Gergerlîoglu da zanîn ku di qonaxa ku hatiye de di navbera dewlet û PKKyê de lihevkirineke dualî heye û ev lihevkirin di pêşveçûna pêvajoyê de roleke bingehîn dilîze û got:
“Ev merasîm di bin agahdarî û hevrêziya dewletê de tê kirin.
Ji ber sedemên ewlehiyê hûrgilî bi raya giştî re nayên parvekirin.
Lê li Silêmaniyê lidarxistina merasîmê û temaşekirina hin beşdaran li ser ekranên mezin nîşan dide ku organîzasyon di navbera her du aliyan de bi hevrêzî hatiye plankirin.
Divê ez eşkere bibêjim, em dibînin ku di navbera dewlet û PKKyê de lihevkirinek çêbûye. Ev bipêşketineke gelekî girîng e.”
“Merasîma danîna çekan sembolîk e lê peyameke gelek bihêz e”
Li gorî Gergerlîoglu, merasîma sibe, her çend sembolîk be jî, xwedî wateyeke gelek girîng e.
Gergerlîoglu ragihand ku agahiyên cuda yên derbarê 'şewitandina' an jî 'veşartina' çekan de belav dibin û got ku temambûna pêvajoyê dê di nava çend mehan de pêk bê wiha anî zimên:
“Cihê merasîmê ji ber sedemên ewlehiyê veşartî tê girtin, em jî nizanin dê me bibin ku derê, lê dê li herêmeke Silêmaniyê bê lidarxistin.
Her kes nayê wergirtin; hin kes dê merasîmê li ser ekranên mezin temaşe bikin.
Her çend ev merasîm qismî û rêûresmî be jî, tê payîn ku piştî wê dewlet gavan bavêje.”
“Avakirina komîsyonê di rojevê de ye”
Gergerlîoglu diyar kir ku avakirina komîsyoneke çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) jî di rojevê de ye û anî ziman ku danîna çekan a PKKyê dê vê pêvajoyê hêsantir bike:
“Em wek endamên meclisê li benda avakirina vê komîsyonê ne. Li pêşiya wê ti astengî xuya nake.
Danîna çekan dê vê gavê hêsantir bike. Li Tirkiyeyê ji bilî partiyekê, her kes piştgiriyê dide pêvajoyê.
Hêvîdar im derengketin çênebe. Ji bo aştiyê danîna çekan merc e.”
“Rola Herêma Kurdistanê gelek girîng e”
Gergerlîoglu bal kişand ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêvajoyê û got ku ev tevkarî di bi îstiqrar pêşveçûna pêvajoyê de girîng e:
“Birêveberiya Kurdistanê tevkariyeke cidî pêşkêşî vê pêvajoyê dike. Hem dewlet hem jî PKK girîngiyê didin vê piştgiriyê.
Her çend di rabirdûyê de hin nakokî hebûn jî, em dibînin ku îro ji bo çareseriya pirsgirêka giştî ya Kurd bi hevrêzî dixebitin.”
“Deriyên Koşkê vebûn, ev werçerxaneke dîrokî ye”
Gergerlîoglu diyar kir ku DEM Partiyê demeke dirêj bû bi Serokomariyê re têkilî danenîbû lê di rojên dawî de hevdîtineke girîng pêk hatiye û wiha axivî:
“DEM Partiyê demeke dirêj bû nediçû koşkê, koşkê jî qebûl nedikir.
Lê belê vê carê çûn koşkê û hevdîtin hatin kirin. Ev xaleke werçerxanê ya gelek girîng e.
Di hevdîtinan de têkiliyên di asta bilind de hatin danîn û derbarê pêvajoya çareseriyê de pêşketin hat bidestxistin.”
“Bendewariya daxuyaniya Erdogan heye”
Gergerlîoglu bal kişand ser daxuyaniya Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk a derbarê daxuyaniya Serokomar Erdogan a roja Şemiyê de û diyar kir ku dibe ev daxuyanî têkildarî danîna çekan a PKKyê be û got:
“Me daxuyaniya Omer Çelîk not girt. Bendewariya me ew e ku Erdogan bi awayekî zelaltir xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Em hêvî dikin ku ew dê ji rexnekirina Bahçelî wêdetir biçe û xwedî li pêvajoyê derkeve.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse