Wezareta Karên Navxwe li ser şerê li Xebatê daxuyaniyek belav kir

10-07-2025
RÛDAW
Nîşan Xebat Herkî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser şer û pevçûnên ku li navçeya Xebatê ya Hewlêrê ji ber nakokiyeke li ser zeviyan derketin û tê de ziyanên canî çêbûn daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya de diyar kir ku sedema sereke ya bûyerê “nakokiya li ser zeviyan” e û di şer û pevçûnan de ziyanên canî û madî çêbûne.

Her wiha hat ragihandin ku rewş di bin kontrolê de ye û derbarê sûcdaran rêkarên yasayî hatine destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi midaxeleya bilez a hikûmetê, aliyên siyasî û hêzên ewlehiyê re rê li ber mezinbûna aloziyê hatiye girtin û bi piştgiriya xelkê herêmê aramî pêk hatiye.

Wezaretê her wiha bangî xelkê herêmê kir ku “li hemberî gotinên kesên niyetxirab û provokasyonên biguman hişyar bin û bi hêzên ewlehiyê re di nava hevkariyê de bin.”

Daxuyanî bi gotina, “Ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji her tiştî girîngtir e û rê li ber têkdana aramiyê nayê dayîn” bi dawî bû.

Hûrgiliyên bûyerê

Li gundê Girdereşê yê navçeya Xebatê ya Hewlêrê êvara 8ê Tîrmehê ji ber nakokiya li ser zeviyan di navbera du malbatên ji eşîrên Goran û Herkiyan de nîqaş derket û veguherî pevçûneke çekdarî.

Di navbera hêzên ewlehiyê yên ku midaxeleyî bûyerê kir û hinek kesên ser bi eşîra Herkiyan de jî pevçûneke çekdarî derket.

Rûbirûbûna aliyan li herêmê bû sedema nîgeraniyeke mezin.

Di pevçûnê de, Pêşmergeyê Hêzên Zêrevaniyê Feleh Hesen û welatiyê sivîl ê xelkê Xebatê Semîr Herkî canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku di bûyerê de birîndar jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst