Hewlêr (Rûdaw) - Dronek li nêzîkî baregeha Fermandariya Hêzên 70yî ya Pêşmergeyan li bajarê Silêmaniyê hat xistin.
Berdevkê Fermandariya Hêzên 70yî ya Pêşmergeyan Ehmed Letîf ji Rûdawê re ragihand ku derdora saet 22:45an dronek çûye asmanê fermandariyê û ji aliyê hêzên wan ve gule lê hatine reşandin.
Ehmed Letîf da zanîn ku dron li cihekî çolter hatiye xistin û ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Demên borî çendîn caran dronên bombebarkirî arasteyî herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Şeva 1ê Tîrmehê 2 dronên din li Silêmaniyê hatibûn xistin; yek ji wan li navçeya Taslûceyê û ya din jî li nêzîkî baregeha hêzên Komando û Dije Terorê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse