Hewlêr (Rûdaw) - Dronek li navçeya Kifrîyê ya parêzgeha Silêmaniyê droneke bi 2 mûşekan ket xwarê.
Drone îro di navbera gundên Êlançî û Sey Marelayê yên navçeya Kifrîyê ya Îdareya Germiyanê parêzgeha Silêmaniyê de ketiye xwarê.
Berpirsekî payebilind ê ewlhiyê ji Herêmê ji Rûdawê re got, "Dronê du moşek hilgirtibûn û neteqiyabûn, ji ber wê ti ziyanek çênebûye."
Li gorî gotina wî berpirsî ku ew bi xwe ji bo lêkolînê çûye cihê bûyerê, dirêjahiya dronê du metre û nîv û firehiya wê jî du metre ye.
Derbarê sedema ketina xwarê ya droneyê de, heman çavkaniya Rûdawê got:
"Di depoya wê ya benzînê de ti benzîn nemabû, ji ber wê bi îhtimaleke mezin ji ber bêbenzîniyê ketiye xwarê."
Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzeke Operasyonên Asayişa Silêmaniyê çûye cihê bûyerê û dron bi xwe re biriye.
Di sê rojên borî de hejmarek bûyerên bi heman rengî rû dane, di nav de di yekê Tîrmehê de du dron li bajarê Silêmaniyê ketin xwarê.
Heta niha çavkaniya dronan nehatiye eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse