Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li Zaxoyê ji rojnamegeran re got, “Rola Kak Mesûd û Kak Nêçîrvan pir zêde bû. Wan alîkariyeke mezin kir.”
Siyasetmedara Kurd ji bo şahidiya merasîma çekdanîna PKKyê hat Herêma Kurdistanê.
Zana li Zaxoyê ji rojnamegerên Kurd re axivî.
Siyasetmedara Kurd ragihand, 100 sal in zordarî li Kurdan tê kirin û 100 sal in jî Kurdan berxwedan kiriye û got, "Divê êdî yasaya terorê bê guhertin û ez qebûl nakim ku Kurd bi terorê bên tohmetbarkirin."
Leyla Zanayê da zanîn ku di sedsala borî de her du aliyan jî gelek tişt winda kirine û got:
“100 sal in zordarî li Kurdan tê kirin û 100 salan jî Kurdan berxwedan kir. Ne em têk çûn ne jî yên ku li me dan têk çûn.
Di vê sedsala 21ê de em dibêjin, bila ne em, ne şirîkên me û ne jî gelên bindest tiştekî winda nekin.”
Zanayê ji bo çareseriyê banga bikaranîna “zimanekî rehmanî” kir û wiha domand:
“Xerakirin hêsan e lê avakirin ked û xwêdanê dixwaze. Em jî dixwazin îro tiştên baş pêk werin. Îro li cîhanê hemû kes bi guman nêzîkî hev dibin û bi zimanê tundiyê diaxivin.
Em dibêjin bila Kurdistan bibe nimûne.”
“Ew tiştên ku kal û pîrên me, bav û dayikên me û me kişand, bila nifşa li dû me nekişîne. Li şûna êşê êdî bila şahî çêbibe, peyama min ev e.”
Leyla Zanayê diyar kir ku ew 7 sal in neçûye Kurdistanê û wê bêriya Kurdistanê kiriye. Wê behsa Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi bîr anî û got:
“Rola Kurdistanê gelekî zêde ye. Wê rolê bi rehm û minet bi bîr tînim. Rehmetiyê Mam Celal sala 1993yan li Şamê dest pê kir.
Di sala 2013an de rola Kak Mesûd û Kak Nêçîrvan pir zêde bû. Wan alîkariyeke mezin kir.
“Ji îro pê de ti kes nikare bêje ku Kurd nînin”
Ez dikarim bêjim îro zêdetir kar dikin. Ev 2 sal in di warê dîplomasiyê de kar dikin û ez bawer dikim ku dê ji îro pê de jî erkên xwe bi cih bînin.”
Siyasetmedara Kurd bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got:
“Ne dema wê yekê ye ku em behsa bîrdoziya xwe bikin. Divê di serî de em hebin. Divê pêşî em xwe nas bikin.
Vê sedsalê gelek tişt nîşanî her kesî kir. Ji îro pê de ti kes li qada cîhanê nikare bêje ku Kurd nînin.”
Zanayê destnîşan kir ku şêwaza têkoşînê hatiye guhertin û got:
“Her tişt neqediyaye, ev dem dê gav bi gav bimeşe. Ji bo min a girîng û herî mezin ew e ku îro ti kes nikare bêje ku Kurd nînin. Ez hêvî dikim em hemû ji hev re bibin alîkar da ku gelê me bigihîje heqê xwe.”
Leyla Zanayê di dawiya axaftina xwe de got, “Pêwîst e êdî yasaya terorê bê guhertin û ez qebûl nakim ku Kurd bi terorê bên tohmetbarkirin.
Pêwîst e komîsyon kar bike da ku êdî hem cîranên me hem jî em ji tengasiyan xilas bibin.”
#VÎDEO - Leyla Zana: Kurd ne terorîst in û ti carî jî nebûne terorîst
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 10, 2025
Siyasetmedar Leyla Zana ji bo beşdariya merasîma çekdanîna PKKyê li Başûrê Kurdistanê ye
Siyasetmedar Leyla Zana:
🎙️ ❝Kurd ne terorîst in û ti carî nebûne terorîst❞
🎙️ ❝Ji ber ku rehma Kurdan zêde ye di… pic.twitter.com/7VOa6r6Xu4
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse