Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li nav Kampa Holê 2 serkirdeyên DAIŞê desteser kirine.
HSDyê di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku yekîneyên wê yên operasyonên leşkerî, bi piştgiriya Koalîsyonê operasyoneke ewlehiyê li dar xistiye ku serkirdeyên DAIŞê yên li nav Kampa Holê kirine armanc.
Di encama operasyonê de Mehmûd Safî el-Ewel ê bi nasnavê Ebû el-Beraa û Ebdulrezaq Mehmûd el-Selama yê bi nasnavê Ebû Ebdulrehman hatin girtin.
Li gorî daxuyaniyê, Mehmûd "emîrê leşkerî" yê rêxistinê ya li nav kampê bû, li wir wî operasyonên terorîstî organîze dikirin û bi awayekî çalak beşdarî qaçaxçîtiya çek û mirovan ji nav û derveyî kampê dibû.
Ebdulrezaq jî, di posta "emîrê olî" yê rêxistinê de bû û bi leşkerkirina zarokan û dayîna bi navê "waneyên şerîetê" erkdar bû, da ku wan bi îdeolojiya tundrew perwerde bike.
HSDyê her wiha ragihand ku di operasyonê de 3 telefonên desta hatine bidestxitin ku girtiyan "ji bo pêwendiya bi rêberên xwe re li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bi kar dianî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse