Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di operasyoneke taybet a li Kampa Holê de serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê yê bi navê Baha el-Maseerî ku wekî Ebû Ebdulrehman tê naskirin û xelkê Îraqê ye, hatiye girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDyê li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.
HSDyê got, "Di çarçoveya pêngava berdewam a li dijî terorê û rêxistina DAIŞê û hewldanên wê yên ji bo ji nû ve avakirina torên xwe yên veşartî de, Tîmên Operasyonên Taybet (TOL) ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi hevahengiya rasterast a bi Koalîsyona Navneteweyî re, îro ber destê sibê li nav Kampa Holê operasyoneke ewlehiyê ya hûr pêk anî."
Di encama operasyonê de serkirdeyê payebilind ê DAIŞê Baha Maseerî yê bi navê Ebû Ebdulrehman ê xelkê Îraqê ye hat girtin.
"Amadekariya êrişan dikir"
HSDyê diyar kir ku ev operasyon piştî xebateke îstixbaratî ya berfireh û demdirêj ku tê de bi kûrahî ketine nav avahiyên rêxistinî û şaneyên veşartî yên li nav kampê, pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniyê, Maseerî roleke navendî di ji nû ve aktîfkirina şaneyên DAIŞê, hevahengiya peydakirina endamên îdeolojîk û leşkerî, û her wiha çêkirin û amadekirina teqemeniyan de lîstiye ku armanc ew bû wan ji kampê derxînin da ku sivîl, hêzên HSDyê û saziyên giştî bikin hedef û bi vî awayî kaosê derxînin û aramiyê têk bidin.
Hate destnîşankirin ku erka wî "terorîstî" ew bû ku binesaziya operasyonî ya DAIŞê li nav kampê ji nû ve ava bike û kampê bike navendek ji bo plankirin û birêvebirina şaneyên ku li derveyî kampê kar dikin.
HSDyê ragihand, “Ji ber vê yekê, girtina wî derbeyeke diyarker li şiyanên operasyonî yên rêxistinê dixe û gaveke krîtîk e di têkbirina torên wê yên ragihandinê û fînansekirinê de.”
"Em dê rê nedin ku Kampa Holê bibe hêlîna terorê"
Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekez kir ku ew dê rê nedin Kampa Holê bibe cihekî ku teror lê geş bibe û her wiha ew dê nehêlin ku êşên malbatên koçber wekî perdeyek ji bo afirandina nifşekî nû yê tundiyê were bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevahengiya me ya stratejîk a bi Koalîsyona Navneteweyî re bi planên sîstematîk ên ku armanca wan jinavbirina rêxistinê û veguherandina herêmên rizgarkirî ji bo deverên ewlehî û aramiya mayînde ye, berdewam dike."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:
"Parastina gelê me erka me ya pîroz û prensîbeke nayê nîqaşkirin e.
Em dê bi hemû rêyên rewa parastina sivîlan bidomînin, ewlehiya kesên lawaz misoger bikin û rê li ber her hewldaneke ku êşa mirovan veguherîne penageheke terorê bigirin.
Her kesê ku gefê li jiyana gelê me û paşeroja zarokên me bixwe, dê rûbirûyî vîna yekgirtî ya civakê û hêza yasa û ewlehiyê ya li ser erdê bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse