Mamosteyekî Aşûrî: Rêbazên li dibistanên me yên hikûmeta Sûriyê ne

10-08-2021
Qiryaqis Gewriye dibêje zimanê siryanî weke waneyeke çarenivîsaz nayê qebûlkirin
Qiryaqis Gewriye dibêje zimanê siryanî weke waneyeke çarenivîsaz nayê qebûlkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyekî Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê bi navê Qiryaqis Gewriye ragihand ku zimanê Siryanî li dibistanên taybet hene lê  rêbazên ku li wan dibstanan heye her rêbazên hikûmeta Sûriyê ne.

Mamosteyê Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê bi navê Qiryaqis Gewriye derbarê zimanê Siryanî û rêbazên xwendinê, ji Rûdawê re ragihand, niha rast e çend saet bi zimanê Siryanî li dibistanên taybet hene lê  rêbazên ku li wan dibstanan heye her rêbazên Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Sûriyê ne û zimanê siryanî weke waneyke çarenivîsaz jî nayê qebûlkirin.

Qiryaqis Gewriye got: “Dibistanên niha bi Siryanî waneyan didin girêdayî taîfeyan e, û ji sala 1936an ve hatine damezrandin. Li dibistanan wek min got bi Siryanî wane tên dayîn, lê rêbaz her ên hikûmeta Sûriyê ne.”

Derbarê hebûna sê zimanan li ser logoyên Rêveberiya Xweser de jî Qiryaqis Gewriye dibêje ev gaveke baş e, û gelekî kêfxweş dibe dema ku bi Kurdî diaxive û hevalên wî yên Kurd jî bi Siryanî diaxive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst