Hinek Efrînî vegeriyan warên xwe: Bi kel û girî hatin pêşwazîkirin

10-08-2023
Hisên Omer
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Veger Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hinek malbatên Efrînî tevî hemû astengiyên çekdarên muxalefeta Sûriyeyê jî vegeriyan cih û warên xwe.

Ji ber şerê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê û dagîrkirina wê, beriya 5 salan hejmareke zêde ya xelkê wê koçber bû.

Di dema çend mehên borî de hinek malbatên Efrînî vegeriyane û li gorî çavkaniyan, meha borî 30 malbat vegeriyane.

Malbatên ku vedigerin ji aliyê xizmên xwe ve bi coş û kêfeke mezin têne pêşwazîkirin.

Li Gundê Mêrkanê yê nahiyeya Mabatayê endamên malbateke ku bi salan e bi derdê koçberiyê ji hev cuda bûbûn dîsa gihiştin hev.

Kurekî wê malbatê ji Helebê û yek jî ji Lubnanê vegeriyan cih û warên xwe.

Dê, bav, xwişk û mirovên wan, bi coş û kêfxweşiyeke tijîhesret ew pêşwazî kirin.

"Endamê Encûmena Sivîl a Mabatayê Enwer Mêrkan", "Rêxistina Peyva Me"yê û hin çavkaniyên din zanyarî û dîmenên taybet ji Rûdawê re şandin. 

Dilsoziya xelkê Efrînê ya ji bo xak û darzeytûnan, di van zanyarî û dîmenan de bi awayekî berbiçav diyar dibe. 

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine di vê hefteyê de:

  • 10 malbat vegeriyane Mabatayê
  • 5 malbat vegeriyane Çeqelê Cûmê û Miskê
  • 3 malbat vegeriyane Mêrkanê
  • Malbatek vegeriyaye Mamilayê
  • Malbatek vegeriyaye Tirmîşayê 

Nûnerê ENKSyê yê di nav Îtîlafa Muxalefeta Sûriyeyê de Ehmed Hesen ji herêma Efrînê ji Rûdawê re got ku dermanê li dijî guhertina demografîk vegera xelkê Efrînê ya cih û warên xwe ye.

"Dermanê guhertina demografîk vegera xelkê Efrînê ye"

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Hesen got:

“Rojane 10 malbat tên û bi rastî ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Eger ji bo guhertina demografîk dermanek hebe, ew jî vegera xelkê Efrînê ya ser xak û warê xwe ye.

"Efrîn ji her cihî nêzîktir e"

Em li ser navê ENKSyê ji xelkê xwe dixwazin vegerin ser xak û cihên xwe. Efrîn ji Ewropa, Amerîka, Awisturyayê û ji her cihekî din nêzîktir e.”

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ku xelkê bajarokê Şiyê ye, ji Rûdawê re got grûpa Emşat hewl dide vegera koçberan asteng bike û hin caran heta 1500 dolarî ji her malbateke vegeriyayî distîne.

Tevî van astengiyan, di nav her du mehên borî de zêdeyî 200 malbatên Efrînî yên koçber ji Tirkiye, Heleb û Libnanê vegeriyane gundên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst