Musk hişyarî da: Karê ti kesî ne di ewlehiyê de ye

10-08-2025
RÛDAW
Nîşan Elon Musk Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê Tesla û Xê Elon Musk hişyariyeke nû li hişyariyên xwe yên derbarê hişê çêkirî zêde kir û got, "Karê min jî di nav de, karê ti kesî ne di ewlehiyê de ye."

Xwediyê Tesla û Xê Elon Musk, derbarê hişê çêkirî (AI) de daxuyaniyên ku dê careke din bibin sedema nîqaşan dan.

Muskê ku berê gelek caran tekezî li ser leza bipêşketina hişê çêkirî kiribû, vê carê got ku bandora otomasyonê dê li her sektorê were hîskirin.

Musk ev daxuyanî di binê parvekirineke li ser wê yekê de da ku ChatGPTyê çawa alîkariya kesekî ji penceşêrê rizgarbûyî kiriye.

Di parvekirinê de hatibû diyarkirin ku hişê çêkirî dikare ji bijîşkan biryarên rasttir bide û ev rewş dikare di cîhana tibê de bibe sedema nîqaşên mezin.

"Her pîşe di bin rîskê de ye"

Musk jî diyar kir ku pêdivî bi vê nîqaşê nîne û got, "Hişê çêkirî jixwe ji piraniya bijîşkan baştir e û dê baştir jî bibe. Her pîşe di bin rîskê de ye.”

Van daxuyaniyên Elon Musk ên ku qebûl kir ku karê wî bi xwe jî dikare bi otomasyonê were kirin, li ser medyaya civakî bûn sedema bertekên curbicur.

Hinekan got, "Ez nikarim xeyal bikim ku hişê çêkirî cihê Elon bigire."

Hinekan jî bi pirsên wekî, "Baş e, em dê çi bikin? Em dê rûnên û bêyî ku tiştekî bikin mûçe wergirin?" fikarên xwe anîn ziman.

“Bala xwe bidin ser şiyanên ku makîne nikarin bikin”

Hinek veberhêneran jî got ku ev pêvajoyek e ku divê mirov bêyî panîkê jê re amade be.

Navên wekî Mark Cuban pêşniyar kir ku divê mirov şiyanê ku karibin bi hişê çêkirî re li hev bikin bi dest bixin û şiyanên xwe yên civakî yên ku makîne nikarin bi hêsanî kopî bikin, bi pêş bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst