Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber pirsgirêka veguhastinê (servîs) xwendekarên 88 gundan nikarin biçin dibistanê.
Tê gotin ku servîsên xwendekaran ji ber nakokiyên di pêvajoya îhaleyê de nehatine diyarkirin.
Li 88 gundên Geverê bi sedan xwendekaran ji ber ku servîsên wan nehatin diyarkirin, dest bi sala nû ya xwendinê nekir.
Pirsgirêk ji ber îhaleyê ye
Hat zanîn ku di pêvajoya îhaleya ji bo servîsên xwendekaran de nakokî derketine û ji ber vê yekê minîbusên ku dê xwendekaran ji gundan veguhêzînin dibistanan, nehatine diyarkirin.
Xelk li bendê ye ku Qeymeqamiya Geverê û Birêvebiriya Perwerdehiyê ya Geverê vê pirsgirêkê çareser bikin.
Muxtar bi derfetên xwe xwendekaran dibe dibistanê
Muxtarê Gundê Civyanê Seyfullah Koca da zanîn ku ew bi otomobîla xwe hinek xwendekaran digihîne dibistanê lê gelek xwendekar ji ber nebûna servîsê li malê mane.
Seyfullah Koca li ser vê pirsgirêkê wiha got:
“Îsal jî xwendinê dest pê kir. Wekî her sal, îsal jî pirsgirêka me ya veguhastinê heye.
Wekî ku tê zanîn me nikaribû xwendekarên xwe bişînin dibistanê.
Me doh bi birêz Qeymeqam re jî hevdîtin kir û me jê re got ku xwendekarên me mexdur bûne.
Berpirsên li Geverê di pêvajoya îhaleyê de rûbirûyê nakokiyê bûne. Ez hêvî dikim ev nakokî di demeke kurt de bê çareserkirin.
Min îro sibehê bi derfetên xwe minîbusek kirê girt û xwendekar şandin dibistanê.
Ji ber xwendekar zêde bûn hinek man. Eger Xwedê bike qismet, ez dê sibe ji bo wan jî minîbusa duyem kirê bigirim.
Em ji berpirsan dixwazin ku bila mexdûriyeta me çareser bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse