Mihemedê Hacî Mehmûd nexweş e û li Almanyayê ye: Rewşa wî çawa ye?

10-09-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd nexweş e û ji bo çareseriyê çûye Almanyayê.

Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê da zanîn ku ew "Ji bo pişkinîn û çareseriya birînên kevn çûye" lê çavkaniyekê ji Rûdawê re got, ew bi nexweşiya dil ketiye û hatiye emeliyatkirin.

Berdevkê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Ferhad Tewfîq ji Rûdawê re ragihand:

"Kek Mihemedê Hacî Mehmûd ji bo pişkinînê çûye Almanyayê, ji ber ku di Pêşmergetiyê de 7 caran birîndar bûye û çekê kîmyayî jî dîtiye carinan neçar dimîne ku ji bo pişkinînê biçe Almanyayê."

Li gorî agahiyên Rûdawê, Mihemedê Hacî Mehmûd ji bo çareseriya nexweşiya dil çûye Almanyayê.

Kesekî nêzîkî wî ji Rûdawê re da zanîn ku ew bi nexweşiya dil ketiye û hatiye emeliyatkirin lê qonaxa metirsiyê derbas kiriye.

Mihemedê Hacî Mehmûd sala 1953yan ji dayîk bûye, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ye û wezîr û parlamenterê Îraq û Parlamentoya Kurdistanê bûye.

Sala 1981ê bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û piştre jî bûye endamê Mekteba Siyasî.

Piştre jî wekî Sekreterê Giştî hatiye hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst