Hewlêr (Rûdaw) – Komela Mafên Mirovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê mafên mirovan ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, raporeke hevbeş li ser binpêkirinan belav kirin. Li gorî wê raporê diyar dibe ku çend corên binpêkirin hatine encamdan.
Komela Mafên Mirovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, raporteke nû belav kir û kopiyek ji Rûdawê re jî şandiye.
Li gor raporta Komela Mafên Mirovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê: Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî êrîşa bi navê “Operasyona Kaniya Aştiyê”, li navçeya Girê Spî û Serê Kaniyê, 09-10-2019 heta 09-10-2022, gelek binpêkarî kirine.
Raporta Komela Mafên Mirovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, diyar dike ku, îsal 2022 êrîşên artêşa Tirkiyê bi top, bombe û rokêtan, gihiştin 189 êrîşan.
Li gor raporta navborî: “5 kes bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Bi topbaranê jî 50 kes hatin kuştin û 101 kes birîndar bûn. Di êrîşên dronan de 57 kes hatin kuştin û 43 kes birîndar bûn. Bi guleyên leşkerên Tirkiyê li ser sînor, 8 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn.”
Di raportê de tê gotin: “Her ji sala 2019 heta 2022yan, li heman navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 424 kes hatin girtin, di nav de 30 jin bûn. Di sala 2019yan de, li navçeya Girê Spî û Serê Kaniyê 136 kesan canên xwe jidest dan û 293 kes birîndar bûn. Sala 2020an jî, li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 35 welatiyên sivîl canên xwe jidest dan. 8 welatiyan jî li ser sînor canên xwe jidest dan û 2 birîndar bûn. 20 êrîş bi dronan hatin kirin û di encamê de 8 kesan canên xwe jidest dan û 12 kes jî birîndar bûn.”
Di beşeke din a raportê de hate diyarkirin: “Sala 2021ê jî, li heman navçeyan 152 kes hatin girtin û revandin. 10 kesan jî bi guleyên leşkerên Tirkiyê canên xwe jidest dan. 10 êrîş bi dronan hatin encamdan û tê de 6 kesan canên xwe jidest dan û 5 birîndar bûn. Li ser sînor jî 6 welatî bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, di nav wan de zarokek hebû û 33 kes jî birîndar bûn di nav wan de zarokek hebû.
Her li gorî wan zanyariyan: Grûpên çekdar dest danîne ser: 119,028 donim zeviyên çandiniyê. dest danîne ser 2,551 malan. 18,541 hewşên malan birine. 88 traktoran û 455 dikan, 115 otomobîl, 711 motorsikl û gelek tiştên din bi zorê birine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse