Dengderên Kurd ên li Kerkûkê: Ya girîng ne partî ne, serkeftina Kurdan e

10-11-2025
Nwêner Fatih
Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê / Wêne: Rûdaw
Peykerê Pêşmerge li Kerkûkê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Kurd Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên li Kerkûkê dibêjin ku di hilbijartinên paralemtoya Îraqê de ya girîng ne partî ne  serkeftina Kurdan e.

Kurdên li Kerkûkê bi kelecaneke mezin li benda dengdanê ne.

Parêzgeha Kerkûkê 13 kursî li parlamentoya Îraqê hene û yek ji wan kursiyan ji bo kotayê hatiye veqetandin.

Li bajêr ji bo 12 kursiyên mayî li pêşbirkeke siyasî ya germ heye.

Hilbijartinên Kerkûkê ku wekî  xala hevbirîna hevsengiyên etnîkî, siyasî û herêmî tê dîtin, hem ji aliyê navxweyî û hem jî ji aliyê navneteweyî ve xwedî girîngiyeke taybet e.

Bi taybetî dengderên Kurd, van hilbijartinan wekî derfetekê ji bo bihêzkirina hebûna xwe ya siyasî li Kerkûkê dibînin.

"Kurd dê bi ser bikevin, ya girîng yekîtî ye"

Dengderekî ji Rûdawê re diyar kir ku ew di wê baweriyê de ki Kurd dê serkeftineke mezin bi dest bixin û got:

"Kurd dê piraniya kursiyan bi dest bixin, herî kêm 7 kursî. Ne girîng e kîjan namzed bi ser dikeve, ya girîng ew e ku Kurd bi ser bikevin."

Dengderekî din ê Kerkûkî jî got, "Divê Kurd bi awayekî bihêztir biçin Bexdayê. Tevahiya gel amade ye ku dengê xwe bide."

5 lîsteyên Kurdan dikevin pêşbirkê

Li Kerkûkê di van hilbijartinan de partiyên Kurdan bi 5 lîsteyan, Ereb bi 7 lîsteyan û Tirkmen jî bi 2 lîsteyan beşdar dibin.

Atmosfera hilbijartinê li seranserê bajêr her ku diçe germtir dibe û li navendên partiyan û taxan hemû amadehî hatin kirin.

Partiyên Kurdan di hilbijartinên sala 2021an de bi giştî 6 kursî bi dest xistibûn.

Ji van kursiyan 3 ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), 2 ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 1 jî ji bo Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwe) bû.

Ji bo dengderên Kurd ên Kerkûkê, ji bilî ku kursî di nav partiyan de çawa tên dabeşkirin, zêdekirina hejmara giştî ya kursiyên Kurdan wekî armanca sereke derdikeve pêş.

"Nebûna Alaya Kurdistanê me xemgîn dike"

Welatiyekî din ê Kerkûkî jî anî ziman ku nebûna Alaya Kurdistanê li Peykerê Pêşmerge yê li bajêr wan diêşîne û got:

"Ev rewş me diêşîne. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku em di hilbijartinan de li Kerkûkê bihêz bin."

Dengderên Kurd bawer dikin ku ev hilbijartin ne tenê pêşbirkeke siyasî ye, her wiha derfetek e ji bo ji nû ve bihêzkirina nasname û nûnertiya Kerkûkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst