Hewlêr (Rûdaw) - Di dengdana taybet a hilbijartinan de, zêdetirî 38 hezar deng hatine şewitandin ku ev hejmar weke “hêza sêyem” a Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Komîsyon û pisporên hilbijartinê diyar kir ku piraniya dengan ji aliyê dengderan bi xwe ve bi zanebûn hatine şewitandin.
Li gorî encamên destpêkî yên nefermî ku ketine destê Rûdawê, di dengdana taybet de hejmara dengên hatine şewitandin ji 38 hezaran derbas bûye.
Bi vê yekê re dengên şewitî, piştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rêza sêyem de cih digire.
Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Mervan Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gorî lêkolînên wan, piraniya dengên şewitî li ser daxwaza dengderan bi xwe bûye.
“Dengderan 2 lîste îşaret kirine”
Mervan Mihemed her wiha got, “Eger mohr ji sedî 33 bikeve nav qutiya lîsteyê jî, deng naşewite û tê hejmartin.”
Mervan Mihemed amaje bi sedemeke din jî kir û got, "Beşek ji dengderan li gel ku deng dane berbijêrên kotayan, di heman demê de dengê xwe daye partiyeke siyasî û lewma dengên wan hatine şewitandin."
Pisporê hilbijartinê Helşo Ebdulfetah jî Rûdawê re ragihand ku hêzên ewlehiyê bi zanebûn û bi awayekî şareza dengên xwe şewitandiye di heman demê de deng daye çend partiyan.
Ebdulfetah zêdebûna dengên pûç wekî nîşana zextê nirxand û got, "Beşek ji dengderên taybet bi neçarî ji bo dengdanê hatine birin lewma li şûna boykotê, bi şewitandina dengan nerazîbûn û bêhêvîbûna xwe nîşan daye."
“Zext li ser dengderan heye”
Serokê Rêxistina STEP a ji bo Demokrasî û Hilbijartinê Serbest Amêdî jî ji Rûdawê re got ku zêdebûna dengên şewitî du wateyên wê hene.
Serbest Amêdî her wiha got, “Ya yekem dengdana bi şaşî ye, ya duyem jî zexta li ser dengderan e ku dengê xwe bidin lîsteyeke diyarkirî.”
Amêdî da zanîn ku li hin navendên dengdanê, dengder neçar mane ku bi telefona xwe wêneya dengê xwe bigire û piştre jî ji ber zextê dengê xwe dişewitîne.
Dengên şewitî herî zêde li parêzgeha Silêmaniyê hatine tomarkirin ku 19 hezar û 645 deng bûne.
Li Hewlêrê 13 hezar û 465 deng û li Dihokê jî 5 hezar û 460 deng hatine şewitandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse