Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê birêvebirê otelekê di otomobîla xwe de mirî hat dîtin.
Li navçeya Midyadê birêvebirê otelekê yê bi navê Masum Yenîgun ê 30 salî, li ser rêya Midyad û Mêrdînê di otomobîla xwe de mirî hat dîtin.
Li gorî nûçeya Midyat Gundemê, otomobîla Yenîgun li herêmeke çiyayî ya nêzîkî 3 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê hat dîtin.
Gule li serê wî ketiye
Tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê.
Di lêkolîna destpêkê de derket holê ku gule li serê Masum Yenîgun ketiye û miriye.
Xwekujî ye yan cinayet e?
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê termê Yenîgun ji bo otopsiyê ewil bir Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û paşê sewqî Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Mêrdînê kirin.
Hêzên ewlehiyê ji bo zelalkirina sedema mirinê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.
Tê lêkolînkirin bê ka bûyer xwekujî ye yan cinayet e. Piştî otopsiyê dê sedema mirina wî diyar bibe.
Hat zanîn ku Masum Yenîgun ji gundê Helexê yê Midyadê ye û salek bû zewicîbû.
Cenazeyê Masum Yenîgun dê li gundê Helexê bê veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse