Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi otêlekê ket û di encamê de 10 kes ji ber dûmanê bi jehrê ketin.
Bûyer îro Taxa Camî Kebîrê ya navçeya Sûrê qewimî.
Ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn, li qata 4an a otêlekê agir derket û di demeke kurt de mezin bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat kontrolkirin û vemirandin.
Hat ragihandin ku 10 kes ji ber dûmanê bi jehrê ketine û tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxele li wan kiriye.
Di encama şewatê de zerereke mezin a madî li otêlê ket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse