Şewata li Amedê - Dayîk û 3 zarokên xwe hatin veşartin

06-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Şewat Bîrcan Çavdar Veşartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê dayik û zarokên xwe yên ku şewatê de miribûn bi axê hatin spartin.

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh êvarê agir bi avahiyeke 13 qatî ketibû.

Di bûyerê de dayîkek û 3 zarokên xwe miribûn û 13 kes jî birîndar bûbûn.

Cenazeyên dayik Bîrcan Çavdar û zarokên wê Yunus Emre, Elîf û Zeynepê ji bo otopsiyê birin morga Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.

Piştî karên otopsiyê cenazeyên datîk û zarokên wê birin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê.

Cenaze li wê derê piştî nimêjê bi axê hatin spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst