Kî ket hundir û civîna HSD û Şamê têk bir? Sîpan Hemo eşkere dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sîpan Hemo Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye HSD Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, hûrgiliyên civîna dawî ya bi hikûmeta Sûriyeyê re û sedemên êrişa li ser taxa Şêx Meqsûdê eşkere kirin.

Sîpan Hemo ragihand ku lihevkirina wan a bi Şamê re ji aliyê "rayedarê dewleteke din" ve hatiye xerakirin.

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Sîpan Hemo ji Ronahî TVyê re axivî û diyar kir ku di mijara tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê de pêşketinên erênî hebûn û hêzên navneteweyî navbeynkarî dikir.

Sîpan Hemo destnîşan kir ku her du aliyan jî madeyên lihevkirinê qebûl kiribûn.

"Rayedarê dewleteke din ket hundir"

Sîpan Hemo behsa kêliya guherîna helwesta Şamê kir û got:

"Em çûn civîna dawî, civîneke erênî bû û hêzên navneteweyî dixwest encam ji raya giştî re were ragihandin.

Tam di wê demê de rayedarê dewleteke din ku ez navê wê nadim ket hundir.

Dema dît civîn erênî derbas dibe, Berpirsê Îstixbaratê û Wezîrê Parastinê bi xwe re birin derve.

Dema vegeriyan gotin 'Em di vê qonaxê de ti daxuyaniyan nadin, bila bimîne 7 an 8ê mehê'."

"Lîstika li ser Şêx Meqsûdê"

Fermandarê HSDyê da zanîn ku diyar bû lîstikek tê plankirin û piştre zimanê gefê yê li dijî Şêx Meqsûdê zêde bûye.

Sîpan Hemo li ser helwesta HSDyê ya li hemberî şerê li taxên Kurdan got:

"Meclisa Taxa Şêx Meqsûdê biryara berxwedanê da. Her çi qasî em wekî HSDyê ji wir vekişiyabin jî me rêz li biryara wan girt û em li pişta wan sekinîn.

Şansê me yê din tune bû ji bilî xwedîderketina li vê biryarê."

Rola medyayê û dewletên derve

Sîpan Hemo bal kişand ser rola dewletên derve di êrişê de û wiha axivî:

"Çapemenî baş dizane ku nûçeya êrişa li ser Şêx Meqsûdê ne çapemeniya Sûriyeyê, çapemeniya derve ragihand.

Rayedarên hinek dewletan heman rojê li Şamê bûn û peyama piştevaniyê dan wan. Bi wê piştgiriyê şerê li dijî Şêxmeqsûdê dan destpêkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst