Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bangî rayedarên hikûmeta Şamî kir ku berpirsiyariya encamên kiryarên li Helebê hilgirin û vegerin ser rêya çareseriya aştiyane.
Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniya artêşa Sûriyeyê ya ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê wekî "armancên leşkerî" ragihandine û daxwaza valakirina wan kiriye, bi tundî şermezar kir.
Rêveberiya Xweser tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li wan taxan nînin û ev biryar "dijminatiya li hemberî gelê Sûriyeyê ye."
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bi dilgiranî li gefên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dinêrin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Em tekez dikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê nînin.
Ev tax warê sivîlan in ku piraniya wan Kurd in û hejmareke zêde ya koçberên Efrînê jî li wir dijîn.
Ev kiryar binpêkirina yasayên navneteweyî û mirovî ye û nîşaneya siyaseteke dijminane ye li hemberî gelê Sûriyeyê."
"Wezaretê diyalog red kir"
Rêveberiya Xweser diyar kir ku wan xwestiye pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin lê aliyê beramber ev yek red kiriye:
"Tevî ku ji meha Nîsanê ve lihevkirinek hebû, aliyê din pêbendî wê nebû û karên xwe yên xirab domandin.
Me hewl da ku dan û standineke cidî bi wan re bikin lê Wezareta Parastinê ya hikûmeta Sûriyeyê heta niha diyalog qebûl nekiriye."
Banga bidawîanîna şer
Rêveberiya Xweser bangî rayedarên hikûmetê kir ku berpirsiyariya encamên van kiryaran hilgirin û vegerin ser rêya çareseriya aştiyane.
Her wiha bang li ciwanên Sûriyeyê hat kirin ku xwe ji şer dûr bixin û dengê xwe ji bo jiyana hevbeş bilind bikin.
Di dawiyê de hat gotin, "Şer û pevçûn tenê êş, dubendî û bêhêviyê bi xwe re tînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse