Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Wan, Agirî û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê îro ji ber berfê û rewşa neyînî ya hewayê perwerde hat rawestandin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Erziromê, îro ji ber berf û qeşayê li navenda bajêr û navçeyan hemû dibistan girtî ne.
Her wiha li parêzgehên Agirî, Wan û Mûşê jî berfeke zêde dibare û îro ji ber serma û mercên neyînî perwerde hat rawestandin.
Li gorî daxuyaniyên her çar parêzgariyan, karmendên ducanî, astengdar û dayîkên ku zarokên wan diçin dibistanên seretayî dê bi îzna îdarî bên hejmartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse