Bahçelî jî behsa pûla nexşeya Kurdistana mezin kir

11-03-2021
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Nexşeya Kurdistanê MHP Papa Francis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên berpirsên Tirkiyê ji ber nimayîşkirina pûleke ku nexşeya Kurdistana mezin li ser bû û di dema serdana Papa Francis a bo Hewlêrê de hatibû amadekirin, berdewam in. Serokê MHPê jî nerazîbûn nîşanî wê pûla bo serdana Papa da.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li hejmara xwe ya Twitterê got, “Kesek nikare li ser wê pula çapkirî ya di serdana Papa bo Bakurê Iraqê de ku nexşeya bi navê Kurdistanê li ser e, tiliya xwe bo me bihejîne. Ew nexşeya zelîl eslen di bin piyê me de ye. Yên ku ligel cudaxwaz û terorîstan diçin nav heman çarçoveyê û hevpeymaniyê pêk tînin jî, zîllet in.”

Di twitteke xwe ya din de jî Bahçelî amaje bi wê kiriye, wan bi hûrî çavdêrî li ser serdana 3 rojî ya Papa kiriye û wek MHP têbîniyên wan li ser wê serdanê hebûne.

Serokê MHPê dibêje, “Diyar e kî bi kê re ye! Em bi miletê Tirk re dimeşin, IYI Partî, CHP û HDP bi dijminên Tirkiyê re ne. Seroka IP dawî kes li ser Tirkbûnê biaxive.”

Ev di demekê de ye IYI Partî xwe wek partiyeke netewî dide naskirin û sala 2018 ji MHPê cuda bûye. Lê IYI Partî niha hevpeymana CHPê ye ku wek Hevpeymaniya Millet tê zanîn.

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Çarşembê 10ê Adara 2021ê daxuyaniyek derbarê wê pûlê de belav kir û dibêje: “Di nav wan pûlan de ku bi helkefta serdana Papa Francis bo Iraq hatine çapkirin, pûlek hatiye dîtin ku nexşeyeke têde ye û çend parêzgehên Tirkiyê jî li xwe girtiye. Tirkiyê ev yek wek şaşîtiyekê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve daye zanîn.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî got, ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên li Iraqê dikin û çavdêriya serdana Papa jî kirine. Li ser Pûla ku bi nexşeya Kurdistan û wêneyê Papa hatiye amadekirin got, ew berê jî li çend cihên cuda hatiye kirin lê karekî nerast û şaş e.

Li aliyê din Wezîrê Veguhastin û Guhandinê Ano Cewher di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan ve hatine amadekirin û ew dîzaynên destpêkê ne û hê bi awayekî fermî biryar li ser nehate dayîn, lê dema ku bi fermî biryar li ser were dayîn, ew dê ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Tirkmenî jî lê zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst