Nêçîrvan Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû

4 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Peymana 11ê Adarê Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Peymana 11ê Adarê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.”

Nêçîrvan Barzanî di salvegera 56an a Peymana 11ê Adara 1970yî de peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê got, “Bila em bi hev re bixebitin da ku Kurdistan û Îraqê ji metirsiyên şer dûr bixin û paşerojeke geştir, avatir û tijî aştî ji bo nifşên xwe ava bikin” û ev peyam da:

“Bila em bi hev re bixebitin da ku Kurdistan û Îraqê ji metirsiyên şer dûr bixin û paşerojeke geştir, avatir û tijî aştî ji bo nifşên xwe ava bikin.”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, peyama Nêçîrvan Barzanî ev e:

“Îro em bi şanaziyê ve salvegera 56an a peymana dîrokî ya 11ê Adara 1970yî bi bîr tînin. Ev rêkeftin ku bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.

Wekî yekem belgeya fermî ya naskirina mafên gelê Kurdistanê di dîroka hevdem de hate tomarkirin û bû bingeha hemû destkeftiyên paşerojê yên Herêma Kurdistanê.

Di vê bîranînê de, em serê rêz û hurmetê li ber giyanê paqij ê şehîdan ditewînin û silavan li têkoşer û Pêşmergeyên qehreman re dişînîn.

Rêkeftina 11ê Adarê ne tenê destkeftiyeke neteweyî bû, ew nexşerêyeke rast û mînakî bû ji bo bicihkirina aştî û pêkvejiyanê li Îraqê.

Dîrokê îsbat kir ku peşîmanbûna desthilatdarên wê demê yên Îraqê ji wê rêkeftinê û xwe spartina mantiqa hêzê li şûna diyalogê, Îraq rûbirûyî bi dehsalan şer, wêranî, bê ewlehî û windakirina samanên mirovî û madî kir,ku heta îro jî bedêla wan şaşiyên dîrokî dide.

Di demekê de ku em vê bîranînê dikin, herêma me di nav tevlihevî û metirsiyên geşbûna şer de ye. Ev rewşa aloz ji me re dibêje ku pêwîst e hemû alî bi hestiyarî û berpirsiyarî tevbigerin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane bêne çareserkirin û pêşî li zêdetir belavbûna şer û aloziyan bê girtin.

Li Îraqê jî pêwîst e em hemû dersê ji dîrokê wergirin û zanibin ku ewlehî bi hevdûpejirandin û bicihkirina sîstema federal û dadperweriyê pêk tê.

Di vê bîranînê de, em tekeziyê li ser yekrêzî û hevgirtina di navbera aliyên Kurdistanî de dikin, wekî tenê mîsogeriya parastina kiyana federalî û destkeft û mafên me yên destûrî.

Bila em bi hev re bixebitin da ku Kurdistan û Îraqê ji metirsiyên şer dûr bixin û paşerojeke geştir, avatir û tijî aştî ji bo nifşên xwe ava bikin.

Silav li bîranîna 11ê Adarê. Silav ji bo giyanê pak ê şehîdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst