Logoyên partî û rêxistinên endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanê (SDI) ku rêxistineke siyasî ya Kurd e, bi daxuyaniyekê rexne li partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên endamên "Hevpeymaniya Kurdistaniyan" girt û diyar kir ku ew nehatine qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Rêxistina Demokratîk a Yarsanê ji bo berjewendiya gel û berjewendiya giştî, di van salên dawî de gelek caran hewl da diyalog, hevahengî û hevkariya di navbera partiyên Kurdan de çêbike û deriyê xwe li ti partî û rêxistinên siyasî negirtiye.
Lê belê ev partî di pratîkê de, ne amade bûn Rêxistina Demokratîk a Yarsanê di pêvajoya pêkanîna vê hevpeymaniya nû de qebûl bikin."
"Daxwazên me hatin paşguhkirin"
Di daxuyaniya Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanê de hatiye diyarkirin ku partiyên endamên vê hevpeymaniyê daxwazên fermî yên wan paşguh kirine.
Li gorî daxuyaniyê, beriya avakirina vê hevpeymaniyê, wan daxwazeke fermî ji bo avakirina encûmeneke hevkariyê û hebûna daxuyaniyekê ya hevbeş ji bo partiyên nav hevpeymaniyê şandiye, lê wan ti bersivên erênî wernegirtine.
Rêxistina Demokratîk a Yarsanê her wiha dibêje ku partiyên nav vê hevpeymaniyê, bixwe xwedî cudahiyên mezin ên îdeolojîk û siyasî ne.
"Pêwîst e em bernameya wan bixwînin"
Endamê Encûmena Navendî ya Rêxistina Demokratîk a Yarsanê Menuçehr Ezîzî ji Rûdawê re got:
“Eger daxwaz ji me were kirin ku tevlî hevpeymaniyê bibin pêwîst e pêşî em wê rêziknameyê bibînin û bixwînin ku li ser li hev kirine.
Dûv re Rêxistina Demokratîk a Yarsanê dê li ser wê yekê biryar bide ku dê çawa ligel wê hevpeymaniyê tevbigere."
Rexne û daxwazên Rêxistina Demokratîk a Yarsanê di demekê de ne ku berevajî SDIyê, hemû partiyên endamên wê hevpeymaniyê xwedî baskên leşkerî yan jî hêzên pêşmerge ne.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat Kurdistanê
5 partî û aliyên Rojhilatê Kurdistanê 23ê Sibata 2026an Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) ragihandibûn ku ji Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran (PDK-Î), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazmana Xebata Kurdistana Îranê.
Pişt re Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî tevlî wê hevpeymaniyê bûbû.
Rêxistina Demokratîk a Yarsanê rêxistineke siyasî ya serbixwe ye ku li gorî rêziknameya kongreya xwe ya şeşan, ji bo mafên siyasî û civakî yên xelkê Yarsanê li Îranê kar dike û dirûşmeya wê "Azadî, Wekhevî, Armanca Yarsanî" ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse